Li Îraq û Herêma Kurdistanê amarên penceşêrê: Hewlêr yekem e

26-11-2025
RÛDAW
Nîşan Nexweş Penceşêr Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amara ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji Encûmena Penceşêrê ya Îraqê wergirtiye, par 46 hezar û 390 nexweşên penceşêrê li Îraq û Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Sekreterê Giştî yê Encûmena Penceşêrê ya Îraqê Dr. Tehsîn Rubêyî ji Rûdawê re ragihand, "Ew hejmarên nexweşên penceşêrê bi hevahengiya Herêma Kurdistanê û parêzgehên Îraqê hatine komkirin."

Birêvebirê Kontrolkirina Penceşêrê ê Silêmaniyê Dr. Mihemed Ebdulwehab ji Rûdawê re got:

"Ew amarên ku Encûmena Penceşêrê ya Îraqê belav dike, amarên herî hûr in û di çend fîlteran re derbas dibin, wekî derxistina nexweşên dubare û ew kesên ku ji parêzgehên din ji bo wergirtina çareseriyê berê xwe didin parêzgehên din."

Li gorî wê amara ku Encûmena Penceşêrê ya Îraqê ji Rûdawê re şandiye, 2024an 46 hezar û 390 nexweşên penceşêrê li Îraq û Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Li gorî zanyarina 2023yan 43 hezar û 62 nexweşên penceşêrê hatibûn tomarkirin.

Di amara Encûmena Penceşêrê ya Îraqê de hat ragihandin:

"Li ser asta parêzgehan, bi liberçavgirtina hejmara niştecihan, tomarkirina herî zêde ya penceşêrê li Hewlêrê bûye ku ji her 100 hezar kesî 147,8 kes wekî nexweşên penceşêrê hatine tomarkirin.

Piştî wê Kerbela tê ku ji her 100 hezar kesî 132,8 kes û li Bexdayê jî ji her 100 hezar kesî 123,8 kes wekî nexweşê penceşêrê hatine tomarkirin."

Ev amar a tomarkirinê ye, ne tenê ya nexweşan e û dibe ku zêdebûna hejmara pişkinînan (testan) bibe sedem ku wekî mînak, li cihêkî wekî Hewlêrê amar bi wî awayî be.

Dibe ku cihên din hebin ku nexweş li lê zêdetir bin lê welatî kêm pişkinînan bikin.

Li gorî hejmara niştecihan, tomarkirina herî kêm li Selahedînê ye, li wê parêzgehê ji her 100 hezar kesî 67,6 kes wekî nexweşên penceşêrê hatine tomarkirin.

Amarên tomarkirî yên nexweşên penceşêrê yên 2024an bi vî awayî bûye:

Hewlêr: 3 hezar û 194 nexweşên tomarkirî

Kerbela: Hezar û 878 nexweşên tomarkirî

Bexda: 11 hezar û 642 nexweşên tomarkirî

Necef: 2 hezar û 28 nexweşên tomarkirî

Silêmanî: 2 hezar û 913 nexweşên tomarkirî

Babil: 2 hezar û 527 nexweşên tomarkirî

Besra: 3 hezar û 558 nexweşên tomarkirî

Qadisiye: Hezar û 492 nexweşên tomarkirî

Wasit: Hezar û 570 nexweşên tomarkirî

Diyale: Hezar û 836 nexweşên tomarkirî

Enbar: Hezar û 900 nexweşên tomarkirî

Kerkûk: Hezar û 700 nexweşên tomarkirî

Musenna: 839 nexweşên tomarkirî

Zîqar: 2 hezar û 90 nexweşên tomarkirî

Dihok: Hezar û 283 nexweşên tomarkirî

Mîsan: Hezar û 48 nexweşên tomarkirî

Neynewa: 3 hezar û 234 nexweşên tomarkirî

Selahedîn: Hezar û 256 nexweşên tomarkirî

Biyanî: 402 nexweşên tomarkirî

Li gorî amarê, parêzgeha Bexdayê sala 2024an bi 3 hezar û 763 haletan bûye cihê ku herî zêde mirina ji ber penceşêrê lê hatiye tomarkirin.

Li Hewlêrê jî bi 37 haletan mirina herî kêm hatiye tomarkirin.

Li Îraqê corên penceşêrê yên herî berbelav di nav mêran de penceşêra sîstema henasê û prostat e, di nav jinan de jî penceşêra pêsîrê û troîdê ye.

Di nav zarok û ciwanan de jî ku ji temenê dergûşiyê heta 14 saliyê hatine cudakirin, bi giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê hezar û 923 nexweş hatine tomarkirin.

Parêzgeha Silêmaniyê jî bi 116 kesan bûye parêzgeha ku herî zêde nexweşên zarok lê hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst