Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tevgera Hîkmeyê civiyan

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan Tevgera Hîkmeyê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Tevgera Hîkmeyê Emar Hekîm re civiya.

Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku li mala wî bi Serokê Tevgera Hîkmeyê Emar Hekîm re civiya ji bo civîna bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re li Koşka Selamê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê dê îro bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayiq Zêdan û çend berpirsên din ên Îraqê re jî bicive.

Doh danê êvarê Nêçîrvan Barzanî gihişt Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya ku nêzîkî demjimêrekê berdewam kir.

Di civînê de çend mijarên girêdayî Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin ku di nav wan de mûçe û budçeya Herêma Kurdistanê, destpêkirina hinartina petrolê û êrişa li Qada Gazê ya Kormorê hebûn.

Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Sûdanî re beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû.

Mijara sereke ya civînê hilbijartina Serokê parlamentoya Îraqê bû ku para Erebên Sune ye.

Piştî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Teqedûmê Mihemed Helbûsî re jî civiya.

Ev di mehekê de serdana duyem a Serokê Herêma Kurdistanê ye Bexdayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst