Hewlêr (Rûdaw) – Vê carê kirîn û firotina dengan li parêzgehên cuda, bi taybetî li parêzgehên Îraqê geş bûye.
Piştî şopandina Rûdawê, diyar bû ku li Nînovayê ev diyarde derketiye pêş.
Vê carê li Diyaleyê ev mijar germ e lê li Kerkûk û Selahedînê hebûna "kirîn û firotina kartên dengdanê" tê redkirin.
Li parêzgehên Kerkûk, Diyale û Selahedînê û heta radeyekê jî li Nînovayê pêşbirka netewe û pêkhateyan germ e.
Endamekî Encumena Parêzgeha Diyaleyê got, "Zêdetirî 100 hezar kartên dengdanê li Diyaleyê hatine kirîn û firotin."
Berpirsekî Selahedînê jî ji Rûdawê re ragihand, "Ev diyarde li parêzgehê zêde ye."
"Bihayê karta dengdanê li Diyaleyê di navbera 50 û 100 hezar dînarî de ye"
Parêzgeha Diyaleyê xwedî yek milyon û 71 hezar dengderên giştî û taybet e û hevrikiya partiyan li ser 14 kursiyên parêzgehê ye.
Li vê parêzgehê, Şîe, Sunî û Kurd dikevin pêşbirkê.
Endamê Encumena Parêzgeha Diyaleyê Tirkî Etebî ji Rûdawê re ragihand:
"Diyardeya kirîn û firotina kartên dengdanê li Diyaleyê gelekî belav e.
Sedem jî ew e ku beşeke mezin a xelkê vê parêzgehê hejar e û çîneke dewlemend û desthilatdar jî kartên wan dikirin.
Nêzîkî 100 hezar kartên dengdanê li Diyaleyê hatine kirîn û firotin û bihayê wan di navbera 50 û 100 hezar dînaran de ye."
Berpirsê Nivîsgeha Diyaleyê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê Selam Mehdî ji Rûdawê re got:
"Heta îro ti şikayet li ser hebûna kirîn û firotina kartên dengdanê negihîştiye destê me.
Dibe ku hejariya xelkê ji bo hinek armancên siyasî bê bikaranîn.
Di demên borî de polîsê Diyaleyê çar kes desteser kirin ku 150 kartên dengdanê pê re bûn."
"Kirîn û firotina kartên dengdanê li Kerkûkê nehatiye tomarkirin"
Hejmara giştî ya kursiyên parêzgeha Kerkûkê li Parlamentoya Îraqê 13 ne û hevrikiyeke germ di navbera aliyan de heye.
Hejmara dengderên parêzgehê jî 958 hezar û 141 kes in.
Berpirsên bajêr hebûna kirîn û firotina kartên dengdanê red dikin.
Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Kerkûkî ji Rûdawê re got, "Heta niha kirîn û firotina kartên dengdanê li Kerkûkê çênebûye."
Berpirsê Nivîsgeha Kerkûkê ya Komîsyona Hilbijartinan Elî Ebas jî got, "Em dibihîzin ku ev diyarde heye lê heta niha ti şikayetli cem me nehatiye tomarkirin."
Wî berpirsê Komîsyonê hişyarî da namzedan û got, "Sizayê kirîn û firotina kartên dengdanê zindanîkirin û dûrxistina namzedan a ji hilbijartinê ye."
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî jî got, "Heta niha kes li ser tohmeta kirîn û firotina kartên dengdanê nehatiye desteserkirin."
Berpirsên Selahedînê jî piştrast dikin ku ev diyarde nîne
961 hezar û 157 dengderên Parêzgeha Selahedînê hene û pêşbirka partiyan li wê parêzgehê li ser 12 kursiyan e.
Berpirsê Nivîsgeha Selahedînê ya Komîsyonê Yasir Niseyf got, "Heta niha me tiştek di vî warî de tomar nekiriye û ti şikayet jî negihîştiye destê me."
Berdevkê Polîsê Selahedînê Omer Xalid jî got, "Ji destpêka banga hilbijartinê ve heta roja duşemê me kirîn û firotina kartên dengdanê tomar nekiriye."
Lê çavkaniyekê ji Encumena Parêzgeha Selahedînê ji Rûdawê re ragihand:
"Kirîn û firotina kartên dengdanê li Selahedînê heye û destê piraniya partiyên desthilatdar ên vî bajarî di vê mijarê de heye."
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn bên lidarxistin.
Lîjneya Bilind a Ewlehiya Hilbijartinan 20ê vê mehê ragihandibû ku "çend kes bi tohmeta kirîna kartên dengdanê û çirandina wêneyên namzedan hatine desteserkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse