Brîtanya dixwaze kesên 16 salî jî di hilbijartinan de deng bidin

18-07-2025
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Dengdan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku ew plan dikin salê dengdanê yê ji bo hilbijartinên giştî daxe 16 saliyê.

Ev gav wekî guherîneke dîrokî tê dîtin ku Brîtanya dê bibe yek ji wan welatên xwedî temenê herî kêm ê dengdanê.

Ev gava ku soza Partiya Kar a desthilatdar bû dibe ku bibe sedema nîqaşên mezin.

Rexnegir vê yekê wekî gaveke ji bo berjewendiyên partiyê dibînin, çimkî ciwanên di wî temenî de zêdetir meyl didin partiyên çep.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer li ser mijarê got:

“Ez bawer im gelekî girîng e ku ciwanên 16 û 17 salî xwedî mafê dengdanê bin, ji ber ku ew dikarin bixebitin û bacê bidin, loma ew beşdarî sîstemê dibin.”

Starmer her wiha destnîşan kir ku eger kesek beşdarî sîstemê bibe, divê mafê wî hebe ku bibêje ka pereyê wî çawa tê xerckirin.

Ji bo ku ev guherîn pêk were, divê hikûmet yasayekê pêşkêşî parlamentoyê bike.

Li cîhanê tenê çend welatên wekî Awisturya, Arjantîn û Brezîlyayê rê didin kesên 16 salî di hilbijartinan deng bidin.

Wezîrên Partiya Kar tekez dikin ku armanc “modernkirina demokrasiyê” û hevrêzkirina hilbijartinên giştî bi yên herêmî yên Skotland û Walesê re ye ku li wan deran temenê dengdanê jixwe 16 e.

Di nava guherînên din de tomarkirina otomatîk a dengdaran jî heye.

Beriya niha hikûmeta Partiya Parêzgaran nasnameya biwêne wekî şert danîbû û li gorî Komîsyona Hilbijartinan ev yek bûbû sedem ku nêzîkî 750 hezar kes di hilbijartinên sala borî de deng nedin.

Birêvebirê Saziya Lêkolînên Siyaseta Giştî Harry Quilter-Pinner ev guherîn wekî “reforma herî mezin a sîstema me ya hilbijartinan a ji sala 1969an ve” bi nav kir.

Harry Quilter-Pinner amaje pê kir ku ev gav dikare 9,5 milyon dengdêrên nû li lîsteyan zêde bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst