Partiyeke jinan hat avakirin, sêyeka endamên wê mêr in

29-07-2025
Bîlal Ehmed
Cîhan Tayî bû mêhvana Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Cîhan Tayî bû mêhvana Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Partiya Mewedayê ya Jinan Îraq Kotaya Mêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdaya paytexta Îraqê Partiya Mewedayê ya Jinan hatiye avakirin lê sêyeka endamên wê mêr in.

Sekretera Giştî ya Partiyê Cîhan Tayiyê ragihand ku di nav qada siyasî ya qerebalix a Îraqê de nêzîkî 470 partiyan hene û ew dixwazin ji bo jinan bibin dengekî bibandor.

Cîhan Tayî bû mêhvana Rûdawê û destnîşan kir partiya wan ji êş û azarên jinên Îraqî derketiye holê û got:

“Jin di civaka Îraqê de ji nîvî zêdetir in. Partiya me ji ber rola paşguhkirî ya jinan û dûrxistina wan a rasteqîn a ji hemû warên jiyanê hat damezirandin.”

Endamên mêr û kotaya mêran

Wê eşkere kir ku piştî zêdetirî du sal amadehiyan kongreya wan a damezirîner hatiye lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku Cîhanê dane, ji bo wergirtina destûrê 2500 endam pêwîst bûn lê ew dîsa rastî eleqeyeke mezin hatine û biland:

“Dema me bang li gelê Îraqê kir, heta niha hejmara endamên me bûye 7 hezar.

Ev nîşan dide ku baweriya gel bi partiyên jinan heye. Balkêş e ku me piştgiriyeke mezin ji aliyê mêran ve jî dît.”

Partiya Mewedayê ji ber yasaya partiyan a Îraqê neçar maye ku rêjeyekê ji endamên xwe ji bo mêran terxan bike.

“Şert bû ku sêyeka endaman mêr bin”

Cîhanê ev mijar jî wiha nirxand:

“Çawa ku di partiyên mêran de kota ji bo jinan heye, di partiya me ya jinan de jî şert bû ku sêyeka endaman mêr bin.

Me ev şert qebûl kir, ji ber ku partiyek tenê ji bo zayendekê nabe.”

Astengiyên Burokratîk û Hilbijartinên Derbasbûyî

Partiya Mewedayê ji ber "rêkarên burokratîk" ên li saziyên dewletê, bi taybetî yên li Dezgeha Lêpirsîn û Dadweriyê ku dosyeya wan zêdetirî heft mehan li wir maye, neşiya beşdarî hilbijartinên dawî yên Îraqê bibe.

“Em ji mafê xwe yê beşdariyê mehrûm man”

Cîhanê ev rewş bi xemgînî anî ziman û wiha peyivî:

“Destûra me zêdetirî du salan dereng ma. Heta ku me destûr wergirt, deriyê beşdarbûna hilbijartinan hatibû girtin.

Sedem ne em bûn, sedem rêkar bûn. Lewma em ji mafê xwe yê beşdariyê mehrûm man lê piştî Xwedê em dê beşdarî hilbijartinên paşerojê bibin.”

Têkilî û Planên Paşerojê

Divê were gotin ku li Îraqê nêzîkî 470 partiyên siyasî yên tomarkirî hene.

Cîhanê got ku wan bi taybetî ji partiyên nû û sivîl ên wekî Partiya Komunîst a Îraqê, piştgirî û pîrozbahî wergirtiye.

Niha tenê baregeheke Partiya Mewedayê ya Jinan heye û li Bexdayê ye lê partî plan dike ku li parêzgehên din ên Îraqê jî ofîsên xwe veke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst