Ferhad Etrûşî bû Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ferhad Etrûşî Parlamentoya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ferhad Etrûşî wekî Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê hat hilbijartin.

Hejmartina dengên tura sêyem a dengdanê ya ji bo hilbijartina Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê bi dawî bû û Ferhad Etrûşî bi piraniya dangan hat hilbijartin.

Di tura yekem û duyem a dengdanê de, rikeberî di navbera ji lîsteya PDKyê Şaxewan Ebdullah û ji lîsteya Helwestê Rêbiwar Kerîm de bû.

Di wan her du turan de ti namzedan nekarîbû piraniya dangan bi dest bixe, lewma dengdan çûbû tura sêyem.

Di tura sêyemin de Ferhad Etrûşî 177 wergirtin û Rêbiwar Kerîm jî 104 deng wergirtin.

Bi vî awayî Ferhad Etrûşî bû Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst