Li Siwêdayê xwenîşandan: Durzî dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe

01-11-2025
RÛDAW
Nîşan Siwêda Koçber Durzî Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek deverên parêzgeha Siwêdayê ya Durzî lê dijîn xwenîşandan hatin lidarxistin.

Koçberên ji gundewarê rojavayê Siwêdayê li ber avahiya parêzgehê çalakiyeke rûniştinê li dar xist.

Li gorwî Rewangeha Mafên Mirovan Sûriyeyê (SOHR), xwepêşanderan daxwaza mafê vegera li ser mal û milkên xwe kir ku ji wan hatibûn koçberkirin û tekezî li ser mafê xwe yê rewa yê vegerê kir.

Çalakvanan pankartên ku kûrahiya êşa wan û girêdana wan a bi axa xwe re nîşan didan bilind kirin û li ser wan dirûşmên wekî, "Mala min şewitandin... ez dê li ku bijîm?", "Zarokên Siwêdayê: Perwerde maf e. Ez mala xwe, pêlîstokên xwe, hevalên xwe û dibistana xwe dixwazim" û "Mezraa heta hetayê ya me ye" hatibûn nivîsandin.

Li Şehbayê daxwaza rakirina dorpêçê

Li aliyê din, li bajarê Şehbayê yê bakurê Siwêdayê, bi dehan kesan xwenîşandanek li dar xist û dorpêça li ser Siwêdayê şermezar kir.

Wan daxwaza berdana kesên hatine revandin û kesên bi zorê hatine windakirin kir û tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna rewşa dorpêçan kir ku parêzgeh ev çend meh in pê dinale.

Xwenîşandan bi çalakiyeke hunerî ya Kolektîfa Hunerî ya Şehbayê bi dawî bû.

Di çalakiyê de, tabloyên hunermendên ciwan ên xwecihî hatin pêşandan ku tê de dîmenên êşên rojane û pabendbûna bi hêviyê ya tevî şert û mercên dijwar hatibûn xêzkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst