Durzî ji bo mafên xwe derketin Qada Rûmetê

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Siwêda Durzî Xwenîşandan Mafê Çarenivîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda bajarê Siwêdayê yê li başûrê Sûriyeyê, ji aliyê komên ser bi lîderê dînî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî ve xwenîşandanek hat lidarxistin.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin, bi hezaran alîgirên Şêx Hîkmet Hecerî, li Qada Rûmetê ya li Siwêdayê beşdarî xwenîşandana bi dirûşma "Hebûn an nebûn" bûn.

Xwenîşanderan daxwaza mafê çarenivîsê kir.

Hat dîtin ku xwenîşanderan alaya Îsraîlê û wêneyên Netanyahu hildabûn.

Çi bûbû?

Li Siwêdayê 13ê Tîrmeha 2025an di navbera Erebên Bedewî û hinek komên Durziyan de pevçûnên çekdarî derketin.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê jî ketin bajêr û tevlî pevçûnan bûn.

Artêşa Îsraîlê 16ê Tîrmehê li Şamê êrişî Koşka Serokkomariya Sûriyeyê, Sererkaniya Giştî û avahiyên Wezareta Parastinê kir.

Piştî vê êrişê, hêzên Şamê ji Siwêdayê vekişiyan lê bi hezaran şervanên eşîran ji derve ji bo piştgiriya Erebên Bedewî ketin herêmê.

Birêvebiriya Sûriyeyê 19ê Tîrmehê careke din hêzên ewlehiyê şandin Siwêdayê û ragihand ku şervanên Bedewî û hêzên eşîran ji bajêr vekişiyane.

Di pevçûnan de bi sedan şervan û sivîlan canê xwe ji dest da.

Li gorî Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di pevçûnan de hejmara giştî ya kuştiyên her du aliyan gihiştiye hezar û 120 kesî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst