Şam (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê Konferansa Çekên Kîmyayî hat lidarxistin û malbatên qurbaniyan daxwaza tazmînkirinê dikin.
Qurbaniyên destê rejîma berê ya Beşar Esed, bi taybetî ew kesên ku di encama êrişên kîmyayî de xizmên xwe ji dest dane, daxwaza tazmînkirinê dikin.
Yek ji qurbaniyan Nadiya Şêx e ku di êrişa kîmyayî de birîndar bûye, hevjînê wê di heman êrişê de hatiye kuştin û kurê wê jî li Zindana Seydnayayê miriye.
Nadiya Şêxê wiha behsa serpêhatiya xwe ya bi êş û elem kir:
"Ez dîn bûm. Ez bilez derketim derve û çûm cem Bavê Yezen, min jê re got, tiştekî din ji min re bibêje.
Kurê min ji zindanê bi min re axivî, piştî 12 rojan ew birin beşa Filistînê.
Gemar ji çavên me derdiket, keça min a mezin mehekê qet nedidît, min bi destê wê digirt û dibir û dianî."
Nadiya Şêxê daxwaza edaletê kir û anî ziman:
"Divê ew bi awayekî adil werin cezakirin.
Nabe ev doz ji aliyê hikûmetan ve bê jibîrkirin an jî were piştguhxistin.
Divê hesab ji kesê ku ev kar kiriye bê xwestin."
Wezîrê Hawarçûnê yê Sûriyeyê Raed Salih jî li ser hejmara qurbaniyan got:
"Hejmara qurbaniyan bi hezaran e û yên ziyan dîtine bi sed hezaran in."
Berpirsên hikûmeta niha ya Sûriyeyê dibêjin ku zêdetirî 200 caran çekên kîmyayî hatine bikaranîn û di encamê de bi hezaran kes mirine û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse