Li Siwêdayê şerê navxweyî yê Durziyan: Şêxek kuştin

02-12-2025
RÛDAW
Nîşan Şêx Raîd el-Mutnî Siwêda Durzî Kuştin Şêx Hîkmet Hecerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeya medyaya fermî ya Sûriyeyê, zanayê olî yê Durzî Şêx Raîd el-Mutnî li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê welêt, ji aliyê koma çekdar a girêdayî Rêberê Ruhanî yê Durziyan Hîkmet Hecerî ve hatiye kuştin.

Ev îdia du roj piştî belavbûna dîmenên lêdan û şkenceya li wî zanayê olî hat ku li ser medyaya civakî deng vedabû.

Televîzyona El-Îxbariye ya girêdayî dewletê, li ser platforma Xê dispêre "çavkaniyên xwecihî" yên li parêzgehê û ragihand ku Raîd el-Mutnî "hatiye kuştin".

Di nûçeyê de hat diyarkirin, "Parêzvanên Niştimanî" yên girêdayî Hîkmet el-Hecerî, Raîd el-Mutnî bi tohmeta "hevkariya bi hikûmeta Sûriyeyê re" desteser kiribû û termê wî piştî du rojan radestî Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêdayê kirine.

Zêdetirî 800 kesan canê xwe ji dest da

Nîvê Tîrmehê li Siwêdayê di navbera komên Durzî û eşîrên Bedewî de şer derketibû û bi tevlîbûna hêzên Şamê û Îsraîlê alozî mezin bûbûn.

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) dawiya heman mehê raporek belav kiribû û ragihandibû ku di bûyerên tundiyê de zêdetirî 800 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 900 kes jî birîndar bûne.

Li Siwêdayê 19ê Tîrmehê agirbest ketibû meriyetê.

Ji wê demê ve hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê li seranserê parêzgehê bi cih bûne lê komên Durzî kontrola bajarê Siwêdayê di destê xwe de digirin.

Bipêşketineke din a girîng a piştî şerê Tîrmehê, damezirandina "Parêzvanên Niştimanî" ya dawiya Tebaxê bû.

Ev pêkhate di bin otorîteya Hîkmet el-Hicrî de ye ku rexneyan li birêvebiriya Şamê digire û mafê çarenivîsa Durziyan diparêze.

Ev hêz wekî hêzeke mîlîs a yekgirtî ya Durziyan hat avakirin û zêdetirî 30 komên çekdar di bin banê xwe de kom kirine.

Dîmenên birîna rihê wî belav bûn

Îdiaya kuştina Mutnî, du roj piştî parvekirina dîmenên wî ji aliyê çalakvanên Sûriyeyî ve hat rojevê.

Di dîmenan de dihat dîtin ku destên Mutnî girêdayî ne, tê lêdan û kesên çekdar ên ku tê îdiakirin girêdayî Parêzvanên Niştimanî ne bi zorê rihê wî jê dikin.

Li ser zêdebûna bertekan, Parêzvanên Niştimanî yekşemê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê daxuyaniyek da û ragihand ku wan derbarê du endamên xwe de "ji ber binpêkirina dîsîplîna leşkerî û kiryarên dijî urf û edetan" dest bi lêpirsînê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku ev binpêkirin di dema operasyoneke girtinê de çêbûne ku li dijî kesên "ji Şamê çeteyên terorîst tînin Siwêdayê û plan dikin çalakiyên wekî yên Tîrmehê pêk bînin" hatiye lidarxistin.

"Em dê destê îxanetê bibirin"

Parêzvanan di daxuyaniya xwe ya berê ya yekşemê de îdia kiribû ku wan "planeke îxanetê" ya ku hevkariya bi Şamê re dihewîne derxistiye holê û gelek "xayîn û komployî" hatine girtin.

Parêzvanên Niştimanî di daxuyaniya xwe de gotibû, "Ev operasyon peyameke eşkere ye. Em dê destê ku dirêjî îxanetê dibe bibirin."

Dezgehên ragihandinê yên nêzîkî Şamê ragihand ku di nav kesên hatine girtin de Mutnî û pênc kesên din hene.

Her wiha hat ragihandin ku bi ser mala Birêvebirê Ewlehiya Navxwe yê Siwêdayê Silêman Ebdulbaqî de jî hatiye girtin ku girêdayî hikûmeta Şamê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst