Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê payebilind ê rêxistina "Ensar el-Îslam"ê yê ku bi nasnavê "Ebû Derdaa el-Kurdî" tê naskirin li Îdlibê hat kuştin.
Ebû Derdaa el-Kurdî di êrişa asmanî ya Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) de li parêzgeha Îdlibê ya bakurrojavayê Sûriyeyê hat kuştin.
Otomobîla wî li ser rêya di navbera Dare û Barîşayê de bi mûşekan hat armancgirtin û di êrişê de du hevalên wî jî hatine kuştin.
Haşim Mehyo el-Qedûrê ku bi navê “Haşim el-Reslan” dihat naskirin jî 28ê Îlonê li gundewarê başûrê Îdlibê hatibû kuştin.
Divê were gotin ku demên dawiyê serkirdeyên "Ensar el-Îslam"ê dibin hedef.
#VÎDEO - Koalîsyonê Ebû Derdaa el-Kurdî kuşt
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 3, 2025
🛑 Serkirdeyê payebilind ê rêxistina "Ensar el-Îslam"ê yê ku bi nasnavê "Ebû Derdaa el-Kurdî" tê naskirin li Îdlibê hat kuştin pic.twitter.com/vQzNmzjh2R
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse