Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Çaksaziyê û Nûnerê ENKSyê yê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Eniya Aştî û Azadiyê Hewas Egîd got, “Komîteya yasayî pirengiya siyasî, neteweyî û olî li xwe nagire.
Komîteya Amadekirina Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê dê di nava 7 rojan de reşnivîsê amade bike.
Serokê Tevgera Çaksaziyê û Nûnerê ENKSyê yê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Eniya Aştî û Azadiyê Hewas Egîd bû mêvanê bernameya Nûrojê û li ser vê mijarê axivî.
Hewas Egîd diyar kir ku di Komîteya Amadekirina Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê de pirrengiya siyasî, neteweyî û olî li ber çavan nehatiye wergirtin.
Bi gotina Hewas Egîd destûr ji aliyê siyasetmedar, zimanzan, yasanas û nûnerên civakê tê nivîsandin û eger nûnerên civakê tê de nebin wê demê nikare pirsên civakê çareser bike.
Endamê Komîteya Amadekirina Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê Îsmaîl Xelfan got ku ew dê demeke nêzîk reşnivîsa destûrê li gorî destûra Sûriyeyê ya sala 1950î amade bikin.
“Bingeha Destûra 1950î li ser dînê Îslamê hatiye danîn”
Hewas Egîd da zanîn ku destûra sala 1950yê a Sûriyeyê bi ti rengî behsa çareseriya hevbeşî û pirsa pirneteweyî li Sûriyeyê nake û got:
“Di wê destûrê de navê Sûriyê, Komarê Erebî ya Sûriyeyê ye û bingeha wê li ser dînê Îslamê hatiye danîn.
Her wiha di wê destûrê de, behsa netewe û zimanên Kurdî, Siryanî û Ermenî û çareseriya pirsa neteweyan nehatiye kirin.”
Egîd eşkere kir ku ew Endamê Komîteya Amadekirina Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê Dr. Ebdulhemîd Ewag nas dike û ew ji bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ye û got:
“Ewag xelkê Hisîça ye û di çend civînên şêwirmendiyê yên li Cenevê de em bi hev re civiyane.
Me li ser babetên bingehîn û giştî yên destûrê Sûriyeyê gotûbêj kirine.
Ez hêvî dikim ku wekî kesekî di nava Kurdan de mezin bûye li xwe binêre.”
Komîteya Amadekirina Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê ragihand ku ew dê ji bo birêvebirina qonaxa veguhêz destûrekê amade bikin lê nabe ew cihê destûra hertimî bigire.
Hewas Egîd amaje bi wê yekê kir ku metirsî heye ku ew destûra bingehîn bibe ya timî û got:
“Eger desthilat bixwaze derbarsî qonaxa demokrasiyê bibe, gelek pirs hene dikare çareser bike.
Desthilat dikare pirsgirêka Erebkirin, pirsgirêka kembera Erebî, pirsgirêka stendina nasnameyê û destnîşankirina sînorê parêzgehan çareser bike."
Egîd da zanîn ku eger desthilat van pirsgirêkan çareser bike, wê demê penaber û koçber dê vegerin û serjimêrî dê bê kirin û xelk bi xwe dê nûnerên xwe ji bo nivîsnadina destûrê hilbijêrin.
#VÎDEO - Komîteya Amadekirina Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê dê di nava 7 rojan de reşnivîsê amade bike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 4, 2025
🎙️ Hewas Egîd mijarê bi berfirehî dinirxîne 👇👇 pic.twitter.com/ciuIyTNNno
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse