Tom Barrack bangî HSD û Şam û Durziyan kir: Aramiyê biparêzin

04-08-2025
RÛDAW
Nîşan Tom Barrack Minbic Siwêda HSD Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li ser pevçûnên Menbic û Siwêdayê bangî Durziyan Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) kir.

Tom Barrack ji ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

“Duh li Siwêda û Minbicê aloziyên giran derketin. Dîplomasî ji bo rawestandina tundûtîjiyê û avakirina çareseriyeke aştiyane û mayînde rêya herî baş e.

Amerîka serbilind e ku ji bo çareseriyê li Siwêdayê navbeynkarî kiriye û li gel Fransayê ji bo ji nû ve yekbûna bakurê rojhilat di nav Sûriyeyeke yekgirtî de navbeynkariya hevpar dike.

Paşeroj a Sûriyeyiyan e. Em bangî hemû aliyan dikin ku aramiyê biparêzin û nakokiyan bi rêya diyalogê çareser bikin, ne bi xwînrijandinê. Sûriye aramiyê heq dike. Gelê Sûriyeyê aştiyê heq dike."

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê doh ragihand ku di êrişeke HSDyê de li çoltera Minbicê, 4 leşkerên wan û 3 sivîl birîndar bûne.

HSDyê jî ew tomet red kirin û diyar kir ku komên nêzîkî artêşa Sûriyeyê êrişî herêmên sivîlan dikin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê re ragihand ku şeva borî demjimêr 21:40an, hêzeke HSDyê hewl daye derbasî xaleke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê ya li gundê Kiyariyê bibe lê hewldana wan hatiye têkbirin

Li aliyê din HSDyê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê red kir û ragihand ku berovajî vê yekê, komên nêzîkî artêşa Sûriyeyê “provokasyonan” dikin û êrişî navçeyên sivîlan dikin.

Li aliyê din,  Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê doh di navbera komên çekdar û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê careke din şer derket û di encamê de 6 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Birêvebirê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku yek ji kuştiyan endamê hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ye.

Hat zanîn ku Şer li herêma Til Hedîd ê li derdora rojavayê Siwêdayê qewimî. Til Hedîd herêmeke bilind e yek ji herêmên rojavayê Siwêdayê û dikeve ser bajarokê Seelê û derdora wê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst