Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî 14 salan li Şamê ye

19 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî rûxîna desthilata Beşar Esed bi salekê îro çû Sûriyeyê.

Ev yekem car e ku piştî 14 salan heyeteke Konseya Ewlehiyê bi awayekî komî Sûriyeyê ziyaret dike.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Qesra Gel a li Şamê heyeta Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşwazî kir.

Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û hinek endamên din ên kabîneyê jî amade bûn.

Daxwazên sîstema nenavendî zêde dibin

Ev serdana yekem a ji bo Sûriyeyê, di demekê de pêk tê ku aloziyên li welêt zêde bûne û daxwazên pêkhateyan ên ji bo sîstemeke birêvebirinê ya nenavendî zêde dibin.

Serokê Demkî yê Konseyê yê meha kanûna pêşîn Samuel Zbogar, roja Duşemê ji Rûdawê re gotibû:

"Em vê serdanê di demeke krîtîk de ji bo herêmê û her du welatan (Sûriye û Libnan) pêk tînin.

Salek di ser rûxîna rejîma Esed re derbas bû û rayedarên nû ji bo avakirina hikûmeteke veguhêz dixebitin."

Samuel Zboga di heman demê de Nûnerê Daîmî yê Slovenyayê yê Neteweyên Yekbûyî ye.

Wî diyar kiribû ku di dema serokatiya Slovenyayê de mijara Sûriyeyê dê di rojeva konseyê de cihekî girîng bigire.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), wêneyên konvoya şandeyê ya dema gihiştina welêt belav kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst