8 kesên Elewî li Hemayê hatin kuştin

05-06-2025
RÛDAW
Nîşan Elewî Hema Êriş Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê 8 kesên Elewî bi êrişa  xaleke kontrola ya hêzên ewlehiyê  hatin kuştin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li parêzgeha Hemayê xaleke  kontrolê ya ewlehiyê gule li Elewiyên sivîl reşandin.

Li gorî daxuyaniya Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di êrişê de 8 Elewiyên sivîl hatin kuştin ku di nav de 3 jin hebûn.

Her wiha 5 Elewiyên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku endamên xala kontrolê otobûs rawestandiye û paşê jî gule berdana kesên di otobûsê de.

Hema saziyê her wiha ragihand ku termên pênc xortên Elewî, du rojan piştî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn desteserkirin, hatine dîtin.

Term şeva sêşemê li nexweşxaneya Mujtahedê ya li Şamê hatin dîtin.

Piştî rûxina rejîma Beşar Eser binpêkirinên li dijî pêkhateyên olî, bi taybetî  Elewiyan zêde bûn.

Di bûyerên meha adarê de li herêma qeraxên Sûriyeyê  zêdetirî 1000 kesî hatin kuştin ku piraniya wan Elewî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst