Qaçaxçîtiya çekan - Di nava xiyaran de mûşek hatin dîtin

05-06-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Mûşek Kornet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxe ya Sûriyeyê ragihand ku di operasyoneke ewlehiyê ya li navçeya Quseyra Humsê de hewldaneke mezin a qaçaxa çekan a ber bi Libnanê ve hat astengkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxe ya Sûriyeyê, di barhilgireke şînkatî barkirî de, mûşekên kornet û cebilxane hatin dîtin.

Wezaretê diyar kir ku operasyon "piştî şopandin û çavdêriyeke hûr, di dem û cihê guncaw de" bi serkeftî hatiye pêk anîn.

Hat ragihandin ku ajotvanê barhilgirê hatiye desteserkirin û ji bo pêvajoyên dadwerî yên pêwîst sewqî rayedarên têkildar hatiye kirin.

Mûşek di nav çewalên sewzeyan de hatibûn veşartin

Di dîmenên ku piştî operasyonê hatin belavkirin de, hat dîtin ku çekên qaçax di nava çewalên sewzeyan de hatibûn veşartin.

Hat diyarkirin ku barhilgir û çekên di hundirê wê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi awayekî rêkûpêk hatine desteserkirin û lêkolîn li ser wan hatiye kirin.

Derbasbûnên qaçax li ser xetên sînorî berdewam dikin

Tê zanîn ku li ser xeta sînorî ya di navbera Sûriye û Libnanê de ku ji 330 kîlometreyî zêdetir e, gelek xalên derbasbûnê yên qaçax hene.

Ev xet bi taybetî ji bo qaçaxa mirovan, malên bazirganî û çekan tên bikaranîn.

Rayedarên Sûriyeyê, Sibata 2025an li parêzgeha Humsê ji bo bihêzkirina ewlehiya sînor operasyoneke berfireh a ewlehiyê dabû destpêkirin.

Li Cideyê ewlehiya sînor hatibû rojevê

Li aliyê din, di 28ê Adara 2025an de li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdî civîneke sêalî ya ewlehiyê hatibû lidarxistin.

Di wê civînê de Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Merhef Ebû Qesra bi hevpîşeyê xwe yê Libnanî Mîşêl Mensî re hatibû ba hev.

Wezîrê Parastinê yê Siûdî Prens Xalid bin Selman jî ku mêvandariya civînê dikir, amade bû.

Di hevdîtinê de biryara "xurtkirina hevahengiyê li hemberî gefên leşkerî û ewlehiyê yên hevpar, bi taybetî jî ewlehiya sînor a di navbera her du welatan de" hatibû dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst