ŞAM - ENKS û Ehmed Şer civiyan: ‘Mafên Kurdan hatin gotûbêjkirin’

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan ENKS Ehmed Şer Sûriye Rojavayê Kurdistanê Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê şandeya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) pêşwazî kir.

Civîn li Koşka Gel a li Şama paytexta Sûriyeyê pêk hat.

Di şandeya ENKSyê de Sekreterê Giştî Mihemed Îsmaîl, endamên desteyê Silêman Oso, Feysel Yûsif, Nîmet Dawûd û Fesla Yûsifê cih girt.

Serokkomariya Sûriyeyê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku Ehmed Şer di civînê de tekezî li ser pêbendbûna Sûriyeyê ya ji bo misogerkirina mafên Kurdan kiriye.

Şer diyar kir ku ev maf dê "di çarçoveya destûrê de" werin parastin.

Şandeya ENKSyê jî di civînê de "Biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13" bi erênî pêşwazî kir.

Şandeyê ev biryarname wekî "gaveke girîng a ji bo bihêzkirina mafan û parastina taybetmendiya çandî û civakî" nirxand.

Ehmed Şer 16ê Kanûna Paşîn "Biryarnameya Hejmar 13" îmze kiribû.

Bi "Biryarnameya Hejmar 13":

“Encamên serjimêriya sala 1962yan a Hisîçayê hatin betalkirin û mafê welatîbûnê ji bo Kurdên bênasname (Ecanîb û Mektûme) hat vegerandin.

Zimanê Kurdî wekî "zimanê niştimanî" hat naskirin.

Cejna Newrozê li seranserî Sûriyeyê wekî betlaneya fermî hat ragihandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst