Parêzgarê Helebê hişyarî da: ‘Ji cihên şer dûr bikevin’

Duh li 06:51
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Heleb Şêx Meqsûd Eşrefiye Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ji şêniyên bajarê Helebê yê Sûriyeyê xwest ku xwe ji herêmên şer dûr bigirin û ragihand ku 15 kes birîndar bûne.

Komên çekdar ên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan ên li Helebê dikin.

Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb di daxuyaniyekê de anî ziman:

"Ji ber topbarana bêserûber a ji baregehên HSDyê yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, em ji xelkê xwe dixwazin ku hişyar bin, ji bo silametiya xwe neçin navenda bajêr û di herêmên şer re derbas nebin."

Parêzgarê Helebê xwest ku xelk ji cihên şer û pevçûnan dûr bikevin.

Parêzgar diyar kir ku hejmara birîndaran li herêmên di bin desthilata hikûmetê de gihîştiye 15 kesan ku zarok jî di nav de hene.

Her wiha 9 birîndar karmendên Birêvebiriya Çandiniyê ya Helebê ne ku dema li ser kar bûne birîndar bûne.

Îro li Helebê çi qewimî?

Rewşa ewlehiyê ya li bajarê Helebê ji danê sibehê ve ber bi aloziyeke tund ve çûye.

Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê de şer û topbarana dijwar dest pê kiriye û her du alî jî hev bi destpêkirina êrişê û bikaranîna çekên giran tohmetbar dikin.

HSDyê ragihand, di encama topbarana hêzên hikûmetê ya li malên welatiyan a li taxa Şêx Meqsûdê de jineke bi navê Fatime Hemadeyê canê xwe ji dest daye û 17 sivîl jî birîndar bûne.

HSDyê di daxuyaniyekê de red kir ku wan gule li xelkê reşandibin û ragihand:

"Komên çekdar ên hikûmetê tank û top anîne da ku Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê topbaran bikin.

Welatiya sivîl a 41 salî Fatime Hemade, di encama topbarana giran a komên girêdayî hikûmeta Şamê ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de şehîd ket.

Di topbaranê de hejmarek sivîlên din jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene."

Li aliyê din Tenduristiya Helebê jî ragihand ku HSDyê Taxa Meydanê ya li bakurê Helebê topbaran kiriye.

Rêveberiya Xweser dorpêç û êriş wekî "hewldaneke metirsîdar" bi nav kir û da zanîn ku “gefê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê dixwe.”

Birêvebiriya Tenduristiyê ya Helebê kuştina 3 welatiyên sivîl ku "du ji wan jin in" li taxa Meydanê ragihand û amarên dawî jî behsa 15 birîndaran dikin.

Li gorî Ajansa SANAyê, ji ber dijwariya bombebaranên HSDyê, şêniyên taxa Nîlê malên xwe terikandine.

Hêzên hikûmetê dibêjin wan bersiva çavkaniyên êrişan daye.

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî li Parîsê civiyan da ku hevkari û hevahengiya ewlehiyê gotûbêj bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst