Hewlêr (Rûdaw) - Li taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şer û pevçûn didomin.
Asayîşa taxên Kurdan ragihand ku wan tankeke artêşê têk biriye û Artêşa Ereban a Sûriyeyê jî daxwaza teslîmbûnê kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Helebê û Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê li ser rewşa dawî daxuyanî belav kirin.
Asayîş: Me tankek têk bir
Asayîşê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê "di bin siya tankan û topbarana hovane de" hewl daye bikevin taxa Şêx Meqsûdê.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Hêzên me karî tankeke dijmin bi temamî têk bibin û ên di nav de bikujin.
Her wiha droneke xwekuj a mîlîsên hikûmeta Şamê jî hat xistin."
Asayîşê tekez kir ku tevî êrişan jî ew "berxwedana xwe bi hemû biryardarî û wêrekiyê didomînin."
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê: Teslîm bibin
Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê daxuyaniyeke tund belav kir û gef li Asayîşa taxên Kurdan xwar.
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê diyar kir ku li pêşiya "hêzên çekdar" ên li taxa Şêx Meqsûdê tenê bijardeyek maye.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ew bijarde wiha eşkere kir:
"Divê demildest xwe û çekên xwe teslîmî xala leşkerî ya herî nêzîk bikin.
Li hemberî vê yekê jiyan û ewlehiya wan a şexsî dê were garantîkirin."
Artêşa Ereban a Sûriyeyê her wiha gef xwar ku ew dê bi biryardarî tevbigerin û got:
"Artêş dest bi erkên xwe yên sepandina serweriya niştimanî kiriye û dê her çavkaniyeke agir wêran bike."
Çi dibe?
Ji roja sêşemê ve li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ku piraniya wan Kurd in, di navbera Artêşa Ereban a Sûriyeyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) de şer û pevçûnên dijwar hene.
Nûnera MSDyê Sînem Mihemedê ragihandibû ku di encama êrişan de heta niha 12 kesan canê xwe ji dest daye û 65 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê şeva borî ragihandibû ku ji saet 03:00ê sibehê heta 09:00ê sibehê agirbest e û daxwaza derketina hêzên Asayîşê kiribû.
Lê Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxwaza teslîmbûnê red kir û ragihand ku ew dê parastina taxên xwe bidomînin.
Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî bangî aliyan kir ku şer rawestînin û rêzê li mafên sivîlan bigirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse