Şeybanî û Nûnerê NYyê li ser çareseriya siyasî û biryara 2254an civiyan

06-09-2025
RÛDAW
Nîşan Geir Pedersen Eshed Şeybanî Sûriye Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen li Şamê civiyan û bipêşxistina veguhestina siyasî ya li gorî Biryarnameya 2254an a Konseya Ewlehiyê gotûbêj kir.

Di civînê de bal hat kişandin ser çarçoveya çareseriyeke siyasî, rola saziyên dewleta Sûriyeyê û aliyên herêmî û navneteweyî yên ku bandorê li pêvajoyê dikin.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de her wiha rewşa li Siwêda, Rojavayê Kurdistanê û herêma beravê jî hatin nirxandin û bal hat kişandin ser pirsgirêkên curbicur ên li pêşiya welêt.

Her du aliyan amaje bi girîngiya dabînkirina şert û mercên guncav ên ji bo vegera sivîlên koçber û başkirina rewşa mirovî ya li welêt kir.

"Em piştgiriyê didin pêvajoyeke siyasî ya berfireh"

Geir Pedersen tekezî li ser piştgiriya Neteweyên Yekbûyî kir û got:

"Em piştgiriyê didin hikûmet û gelê Sûriyeyê di hewldanên wan ên ji bo aştî û aramiya navxweyî de, bi rêya veguhestineke siyasî ya berfireh, şefaf û pêbawer li gorî prensîbên bingehîn ên Biryarnameya 2254an."

Hevdîtin nîşana niyeta hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo pêşxistina rewabûna siyasî ye, di heman demê de NY jî piştgiriya xwe ji bo pêvajoyeke veguhêz a pêbawer û berfireh ducare kir.

Ev peyam di civînên dawî yên Konseya Ewlehiyê û daxuyaniyên çapemeniyê de hatibû dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst