Hewlêr (Rûdaw) - Li Helebê li taxa Eşrefiyeyê ya Kurdan dengê teqînan hat bihîstin.
Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn saet 08:10ê sibehê bi rêya bombeyeke vedayî pêk hatiye.
Çavkaniyeke ji wê taxê ji Rûdawê re got, teqîn li nêzîkî Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyeyê bûye û heta niha kiryarê wê ne diyar e.
Wê çavkaniyê her wiha got, hêzên asayîşê li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê di rewşa amadehiyê de ne.
Divê were gotin ku Şêx Meqsûd û Eşrefiye du taxên Kurdan ên li Helebê ne û demên dawiyê di bin dorpêçê de ne.
#VÎDEO - Li nêzîkî Parka Eşrefiyeyê ya Helebê teqînekê rû da
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 6, 2025
🛑 Eşrefiye taxa Kurdan e
🛑 Heta niha derbarê bûyerê ti daxuyanî nehatiye dayîn
🛑 Demên dawiyê taxên Kurdan ên Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) di bin dorpêçê de ne pic.twitter.com/MoyPNgh46q
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse