Hêvîn Silêmanê ji bo rawestandina şer bangî Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir

Duh li 12:28
Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Hêvîn Silêman Serok Barzanî Nêçîrvan Barzanî Şêx Meqsûd Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê bangî Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo rawestandina şerê li dijî Kurdên Helebê hewl bidin.

Hêvîn Silêman rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê wekî "gelekî xirab" pênase kir û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi şirîkatiya êrişan tohmetbar kir.

Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û derbarê rûdawnên dawî yên li taxên di bin kontrola Asayîşa Rêveberiya Xweser de agahî dan.

Hêvîn Silêmanê diyar kir ku komên çekdar bi awayekî bêserûber êriş dikin, tax dorpêç kirine û bi çekên giran cihên sivîlan dikin armanc.

Rewşa taxên Eşrefiye, Şêxmeqsûd û Benî Zêd gelekî xirab e.

"Fermanan ji Wezareta Parastinê werdigirin"

Hêvîn Silêmanê destnîşan kir ku Şam heta niha li hemberî van êrişan bêdeng e û got:

"Çekdarên ku êriş dikin, fermanên xwe ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê werdigirin, ev yek jî nîşan dide ku hikûmeta demkî şirîkê van êrişan e."

Bangî Serok Barzanî û civaka navneteweyî kir

Hêvîn Silêmanê bangî Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo rawestandina şer destêwerdanê bikin.

Wê her wiha bangî Civaka Navneteweyî û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku zextê li hikûmetên Sûriye û Tirkiyeyê bikin da ku vî şerî rawestînin.

Hêvîn Silêman ji Hevpeymaniya Navdewletî xwest ku ji bo bicihanîna peymanên 1ê Nîsanê û 10ê Adarê gavan biavêje.

Agirbest hat binpêkirin

Hêvîn Silêmanê derbarê hewlên dîplomatîk diyar kir ku pêwendî li gel Şamê hene.

Silêman bal kişand ser wê yekê ku şeva borî agirbestek hatibû ragihandin lê çekdarên artêşa Sûriyeyê pêbendî wê nebûn û agirbest binpê kirin.

Hêvîn Silêmanê tekez kir ku tenê çareserî dan û standin û diyalog e û şer ti carî nabe çareserî.

Artêşa Sûriyeyê li taxên Kurdan şer ragihand

Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ragihand ku ji niha û pê ve hemû pêgehên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, wekî "hedefên leşkerî yên rewa" tên dîtin û dê bên armanckirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst