ŞAM - 4 Kurdên ku berî 12 rojan hatibûn desteserkirin hatin berdan

07-07-2025
RÛDAW
Nîşan Şam Kurd Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şama paytexta Sûriyeyê 4 Kurdên ku 12 roj berê hatibûn desteserkirin, hatin berdan.

Çavkaniyeke ji bajarê Qamişloyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro her çar ciwanên Kurd ên ku 12 roj berê li Şamê hatibûn desteserkirin, hatin berdan.

Li gorî heman çavkaniyê, navên wan xortên ku hatine berdan ev in: Ebdulezîz Dijwar Hec Elî, Remezan Silêman Hisên, Diyar Omer û Ehmed Ferhan.

Ji 25ê Hezîranê ve pêwendî bi wan ciwanan re qut bûbû.

Heta niha sedema desteserkirina wan û tohmetên ku li wan hatine kirin zelal nebûne.

Piştî ku 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata Beşar Esed li Sûriyeyê rûxiya û hikûmeteke veguhêz bi serkêşiya Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) hat avakirin, paşeroj û çarenivîsa pêkhateyan, bi taybetî ya Kurdan bûye rojeveke germ.

Her çend desthilata nû ya li Şamê behsa qonaxeke nû û avakirina dewleteke ji bo hemû welatiyan dike, bûyerên wekî desteserkirina kesan bêyî eşkerekirina sedeman, di nava Kurd û civakên din de dibin sedema dilgiraniyan.

Ev bûyer di demekê de diqewimin ku aliyên siyasî yên Kurdan û hêzên navneteweyî hewl didin ku Kurd di pêvajoya siyasî ya nû ya Sûriyeyê de bibin xwedî roleke bi bandor.

Ji ber vê yekê, her gaveke ku ji aliyê hikûmeta nû ve tê avêtin, bi taybetî miameleya li hemberî sivîlan, ji nêzîk ve tê şopandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst