Deriyên bi Rojava re hatine girtin: Hikûmeta Sûriyeyê xwe bê deng dike

07-10-2025
Nîşan Mazin Elûş Sûriye Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mazin Elûş ji Rûdawê ragihand ku ew derî û xalên derbasbûnê yên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de birêve nabin.

Beriya bi 2 rojan Birêvebirê Şirketa Geştyariyê ya Hevalê Lezgîn Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku çûn û hatina di navbera herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de rawestiyaye.

Berpirsê Pêwendiyan ê Deriyên Bejahî û Deryayî yên Sûriyeyê Mazin Elûş li ser girtina deriyên di navbera Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê re axivî.

Mazin Elûş eşkere kir ku hêzên xwecihî yên her navçeyê wan deriyan birêve dibin.

Li gorî gotina Elûş ew nikarin nûçeya girtina wan deriyan ne red bikin û ne jî piştrast bikin.

Ev daxuyanî di demekê de hat ku di van çend rojên dawî de derî û xalên derbasbûnê yên navbera herêmên Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser hatibûn girtin.

Bi taybetî xalên wekî Heleb-Dêr Hafir, Esreya-Şam û Suxne-Tebqayê hatine girtin.

Mazin Elûş di dawiyê de tekez kir ku ew wekî Berpirsê Pêwendiyan ê Deriyên Bejahî û Deryayî yên Sûriyeyê tenê birêvebiriya deriyên sînorî yên navneteweyî û benderan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst