Şer bi Barrack û Cooper re civiya: Agirbest hat ragihandin

07-10-2025
RÛDAW
Nîşan Ehmed Şer Tom Barrack Brad Cooper Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper civiya.

Civîn piştî wê yekê hat kirin ku şeva borî hêzên hikûmeta Sûriyeyê rêyên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên girtibûn û di encama aloziyan de kesekî sivîl canê xwe ji dest dabû û nêzîkî 50 kesî jî birîndar bûbûn.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Sûriyeyê, Ehmed Şer Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper pêşwazî kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser "pêşhatên li Sûriyeyê, rêyên piştgiriya pêvajoya siyasî û bihêzkirina ewlehî û aramiyê" hatine gotûbêjkirin.

Li aliyê din, şandeyeke pilebilind a Rêveberiya Xweser a bi serokatiya Mezlûm Ebdî li Şamê bi Ehmed Şer, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre û Serokê Dezgeha Îstixbarata Giştî ya Sûriyeyê Huseyn Selame re civiyaye.

Piştî civînê, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre ragihand:

“Min berî niha bi demeke kurt li paytext Şamê bi Birêz Mezlûm Ebdî re hevdîtin kir û me li ser agirbesteke berfireh a li hemû enî û xalên belavbûna leşkerî yên li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê li hev kir, ev rêkeftin dê yekser bikeve meriyetê.”

Çi bûbû?

Taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) di bin dorpêça çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê de ne.

Şeva borî şêniyên her du taxan li dijî vê dorpêçê daketin qadan û rastî êrişa çekdaran hatin.

Heta derengê şevê di navbera çekdarên girêdayî Şamê û hêzên Kurdan ên li her du taxan de şer û pevçûn çêbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst