Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ragihandina Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê (Asayîş) Dr. Ciger Efrîn ragihand ku heta niha têkiliyên wan bi HSDyê re nîne lê eger êriş dijwartir bibin dibe ku rewş were guhertin.
Berpirsê Ragihandina Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) Dr. Ciger Efrîn ji eniya pêş a şer a li taxên Kurdan ên Helebê ji Rûdawê re axivî û rewşa dawî ya li taxên Kurdan nirxand.
Dr. Ciger Efrîn diyar kir ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji 4 eniyan ve hewl dide derbasî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê bibe.
Dr. Ciger Efrîn ragihand ku heta niha ti hewldanên agirbestê nîne û ti agahî negihîştine destê wan.
"Em li hemberî Tirkiyeyê amade ne"
Dr. Ciger Efrîn derbarê gefên Artêşa Tirkiyeyê got:
"Em li hemberî her destwerdaneke Tirkiyeyê amade ne. Em dikarin heta dawiyê parastina taxên Kurdan bikin û bi awayê herî dijwar bersiva wan bidin."
Dr. Ciger Efrîn li ser pirsa piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku heta niha têkiliyên wan nîne lê eger êriş dijwartir bibin dibe ku rewş were guhertin.
"Çekên giran di destê me de nemane"
Berpirsê Asayîşê bi bîr anî ku piştî Peymana 1ê Nîsana 2025an û vekişîna HSDyê, çekên giran di destê wan de nemane û wiha axivî:
"Çekên herî giran ên niha di destê me de ne, Doçka 12 û Drona BRÛSK in.
Wekî ku çawa me 14 salan bi van çekan li ber xwe da, îro jî em dikarin heta dawiyê bi van çekan li ber xwe bidin."
"Em ji mirinê mezintir in"
Dr. Ciger Efrîn ji çeperên şer peyameke xurt da û got, “Bila her kes bizanibe, êdî Kurd li ti derî nayên têkbirin û em ji mirinê mezintir in."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse