Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa taxên Kurdan ên li Helebê, ew îdia red kirin ku qaşo wan daxwaza vekirina korîdoreke ewle kiriye ku ji bajêr derkevin û ragihand, "Aliyê ku divê vekişe êrişkar in, ne em."
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) derbarê rewşa dawî ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxuyaniyeke fermî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hinek saziyên medyayê bi zanebûn zanyariyên nerast belav dikin û hat gotin:
"Em wan îdiayên derewîn ên ku dibêjin hêzên me daxwaza korîdorên ewle kirine ku ji taxên xwe yên li bajarê Helebê derkevin, bi tundî red dikin. Ev îdia dûrî rastiyê ne."
"Em ne aliyê êrişkar in"
Asayîşê tekez kir ku wan daxwaza korîdora ewle nekiriye û dê nekin jî û wiha pê de çû:
"Hêzên me daxwaza korîdorên ewle nekiriye û dê neke jî, ji ber ku ne aliyê destdirêjîkar e.
Aliyê ku divê tank, top û çekdarên xwe ji derdora taxên niştecihbûnê vekişîne, aliyê êrişkar ê komên hikûmeta Şamê ye ku bi awayekî eşkere êrişî deverên sivîlan dike."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên wan li çeperên xwe ne û wiha hat gotin:
"Hêzên me li cihên xwe ne, bi qehremanî gel û taxên xwe diparêzin û bi îradeyeke xurt rûbirûyê tank û topan dibin.
Em dê nekevin xefika wan kampanyayên ku armanca wan şikandina moral û berovajîkirina rastiyê ye.
Rastî diyar e, divê êrişkar vekişe û yê ku axa xwe diparêze bi paş de gav naavêje."
Rewşa li Helebê: Dorpêç û Berxwedan
Ji roja sêşemê ve taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di bin dorpêç û êrişên dijwar ên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ne.
Berpirsê Ragihandinê ya Asayîşa taxên Kurdan ên li Helebê Cîger Efrîn ji Rûdawê re ragihandibû ku ew ji her çar aliyan ve hatine dorpêçkirin û Artêşa Ereban a Sûriyeyê hewl dide bikeve nava taxan.
Cîger Efrîn diyar kiribû ku çekên giran di destê wan de nemane û tenê bi çekên sivik û dronan parastinê dikin û gotibû, "Em ji mirinê mezintir in û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin."
Hewldanên Dîplomatîk û Rewşa Mirovî
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê eşkere kiribû ku wan bi Washington, Parîs û Enqereyê re pêwendî daniye ku ew welat di navbera wan û Şamê de bibin navbeynkar û rê li ber komkujiyê bigirin.
Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Kurdan ên li Helebê Osman Şêx Îsa jî hişyarî dabû ku rewşa mirovî xeter e, derman kêm in û nexweşxane di bin barê birîndaran de zehmetiyê dikişînin.
Tevî êrişên dijwar, Asayîşê ragihand ku wan li taxa Eşrefiyeyê tankeke komên hikûmeta Şamê teqandiye û wan hinek wesayîtên zirxî bi dest xistine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse