SÛRIYE - 'Dibe ku pêvajoya hilbijartinan heta dawiya îlonê were dirêjkirin'

08-09-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Şam Mihemed Welî Hilbijartinên Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê Mihemed Welî ragihand ku dibe ku pêvajoya hilbijartinên Encumena Gel a Sûriyeyê (parlamento) heta dawiya îlonê were dirêjkirin.

Mihemed Welî her wiha da zanîn ku gotûbêj derbarê egera lidarxistina hilbijartinan li Madanê, Girê Spî û Serê Kaniyê tên kirin lê hilbijartin li Kobaniyê hatine bipaşxistin.

Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê got, “Em pêşbînî dikin ku hilbijartinên Encumena Gel di navbera 20ê Îlonê heta dawiya mehê de werin lidarxistin.”

Welî her wiha got ku hilbijartin dê li 11 parêzgehên Sûriyeyê di heman rojê de werin lidarxistin.

Tevî ku hilbijartin ji ber rewşa ewlehiyê li Reqa û Hisîçayê hatine bipaşxistin lê gotûbêj derbarê egera lidarxistina hilbijartinan li bajarên Madanê, Girê Spî û Serê Kaniyê de didomin.

Mihemed Welî ji Rûdawê re da zanîn ku tevî ku bajarê Kobaniyê ser bi parêzgeha Helebê ve ye jî hilbijartin li wî bajarî jî hatine bipaşxistin.

Li gorî salnameyê, Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê 11ê Îlonê wekî roja dawî ya wergirtina daxwazên namzediyê destnîşan kiribû.

Tê payîn ku di 13ê Îlonê de lîsteya destpêkê ya namzedan were ragihandin, dema îtirazan di navbera 14 û 16ê Îlonê de be û lîsteya dawî di 18ê Îlonê de were belavkirin.

Hejmara kursiyên Encumena Gel a Sûriyeyê 210 kursî ye.

Biryar e ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 70 endaman (sêyek) destnîşan bike û 140 kursiyên din jî bi rêya sîstema hilbijartina nerasterast ji aliyê desteyên hilbijartinê ve werin hilbijartin.

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Durziyên Siwêdayê û Elewiyên li Sûriyeyê beşdariya hilbijartinên parlamentoyê red dikiin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst