Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand ku ew pêşniyara hêzên navneteweyî ya ji bo veguhastina hêzên wan erênî dibînin lê bi şertê ku parastina Kurdan a xwecihî were garantîkirin.
Şer û pevçûnên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê berdewam dikin.
Îlham Ehmedê li ser hesabê xweyê Xê daxuyaniyek belav kir û helwesta Rêveberiya Xweser a li ser pêşniyarên hêzên navbeynkar eşkere kir.
"Pêşîneya me parastina sivîlan e"
Îlham Ehmedê bal kişand ser parastina canê welatiyan û got:
"Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku parastina sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yek ji pêşîneyên me yên herî girîng e."
Şertên vekişînê
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew amade ne hêzên xwe vekişînin lê bi hinek mercan û wiha pê de çû:
"Loma, em pêşniyara hêzên navneteweyî yên navbeynkar a ji bo veguhastina hêzên li Şêx Meqsûdê ya ber bi rojhilatê Feratê ve ya bi awayekî ewle erênî dibînin.
Lê bi şertê ku hebûna parastina Kurdan a xwecihî û mecliseke xwecihî ji bo şêniyên her du taxan li gorî Peymana 1ê Nîsanê were garantîkirin."
إلى الرأي العام
— Elham Ahmad (@ElhamAhmadSDC) January 9, 2026
نحن في الادارة الذاتية لشمال وشرق سوريا نؤكّد بان حماية المدنيين في حيي الشيخ مقصود و الأشرفية هي من أولوياتنا القصوى، لذلك نرحب بعرض القوى الدولية الوسيطة بإعادة تموضع القوات الموجودة في شيخ مقصود الى شرق الفرات و ذلك بشكل آمن،شريطة أن يضمن وجود حماية كردية…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse