Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ragihand ku hevkariya li gel Rûsyayê girîng eî
Hevkariya li gel Moskowê girîng e îro li Şamê bi Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksander Novak re civiya.
Eshed Şeybanî ragihand ku ew Rûsyayê re di warên jinûveavakirin, wize, çandinî û tenduristiyê de hevkariyê dikin û ew ji wê yekê kêfxweş in.
Şandeyeke pilebilind a Rûsyayê li Şamê ye
Îro Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê li gel şandeyeke pilebilind gihişt Şamê û ji aliyê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Mahir El Şereh ve hat pêşwazîkirin.
Şeybanî di civîneke rojnamegerî ya hevbeş de got, "Em hevkariya li gel Rûsyayê ya di warên jinûveavakirin, wize, çandinî û tenduristiyê de pêşwazî dikin ku li ser bingeheke dadperwer û zelal e."
"Piştgiriya Rûsyayê di berjewendiya me de ye"
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê herwiha got, "Sûriye çi qasî aram û seqamgîr bibe, asoyên hevkariyê dê li ber herkesî vebin, û çiqasî lawaz bibe, derfetên tevlihevî û terorê zêde dibin.
Piştgiriya eşkere ya Rûsyayê ji bo Sûriyeya nû dê bibe gavek di berjewendiya welatê me û tevahiya herêmê de."
Şeybanî amaje bi wê yekê kir ku "êrîşên Îsraîlê gefeke rasterast li ser seqamgîriya herêmê ne" û got:
"Me ji rejîma berê dosyeyên giran wergirtin ku ya herî girîng dosyeya çekên kîmyayî bû ku navê Sûriyeyê li cîhanê xirab kir."
Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku Moskow girîngiyeke taybet dide serdana çaverêkirî ya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer a Moskowê, ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Erebî-Rûsî de û got:
"Em tekezî li ser serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse