Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger û çalakvan Mihemed Ebdo ji Rûdawê re ragihand ku du rêyên sereke yên taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, tenê ji bo çûyîn û hatina peyayan hatine vekirin.
Mihemed Ebdo eşkere kir ku rêya Şîhanê ya ber bi taxa Eşrefiyeyê ve û rêya Ewaridê ya ber bi taxa Şêxmeqsûd ve hatine vekirin.
Li gorî agahiyên ku wî dane, welatî tenê dikarin bi peyatî di van rêyan re derbas bibin.
Wî da zanîn ku ji 7 rêyên ku diçin her du taxan, tenê ev 2 rê hatine vekirin.
Mihemed Ebdo her wiha destnîşan kir ku bendên ji axê nehatine rakirin û ji ber vê yekê derbasbûna otomobîlan ne mumkin e.
Çi bûbû?
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di bin dorpêça çekdaran de ne.
Gelê her du taxan êvara duşemê (06.10.2025) ji bo şikandina dorpêça li ser taxên xwe derketibû kolanan.
Pişt re çekdarên di kontrola Şamê de êrişî taxên Kurdan kir û demjimêr 22:20ê şevê şer dest pê kir.
Sibeha sêşemê jî agirbest hat ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse