Li Helebê mayînek teqiya: 2 ciwan mirin

09-11-2025
RÛDAW
Nîşan Heleb Mayîn Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarê başûrê Helebê, ji ber teqîna mayînekê du ciwan mirin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku bi vegera welatiyan re hejmara qurbaniyên ji ber teqîna mayînan zêde dibe.

Mayîn bi motorsîkleta wan de teqiya

Li gorî agahiyên ku SOHRê belav kirine, teqîn li herêma Zibîbê ya gundewarê başûrê Helebê ku di bin kontrola hikûmeta veguhêz de ye, qewimiye.

Her du ciwan dema ku bi motorsîkleta xwe li nêzî Irtiwaziya Tilfahê digeriyan, mayîn bi wan de teqiya û di cih de mirin.

Hejmara qurbaniyan zêde dibe

Bi vê bûyera dawî re, SOHRê bal kişand ser zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl ên ji ber bermahiyên şer.

Li gorî SOHRê, ji dema rûxandina rejîma Esed heta niha, hejmara sivîlên ku ji ber van bûyeran hatine kuştin û birîndar bûne, gihiştiye 647 kesan.

Hat diyarkirin ku ji wan 186 zarok û 42 jin in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst