Perestgeheke Romanî ji koçberan re bûye sitargeh

10-11-2020
RÛDAW
Ev cih li ser lîsteya UNESCO wekî beşek ji kultûra mirovî hatiye tomarkirin,
Ev cih li ser lîsteya UNESCO wekî beşek ji kultûra mirovî hatiye tomarkirin,
Nîşan UNESCO Perestgeha Romanî Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li derdora gundê Ras el-Hisin, nêzîk bajarê Harim li bakurê Idlibê, nêzîk sînorên Bakurê Kurdistanê malbateke koçber di nav kavilên perestgeheke Romanî de bicih bûye û konikên xwe wekî sitargehekê li nav vedane.

Malbat bi mezin û biçûkên xwe di bin van konikan de jiyaneke dijwar diborînin. Mezinê malbatê dibêje ku ew ji mirinê reviyane.

Koçber Salih Cawûr dibêje, “Bi sedema topbaran li ser gundê me, kurê min û hevjîna min hatin kuştin. Dema ku li ber çavên min mirin, di navbera min wan de, metreyek nebû, yek ji wan metre û nîvekê û yek jî metreyekê ji min dûr bûn. Dema min ev yek dît û li pêş çavên min mirin, roja din min hûremûrên xwe dan ser hev û min got ya Xwedê û koçber bûm. Em koçber bûn û em hatin vir, Ras el-Hisin.”

Malbata ku ji mirina li jêr bombebaranê û topbaranê reviyaye, li vir rastî metirsiya mirinê bi şêweyekî din dibin.

Koçber Ebdulezîz Hesen diyar dike, “Bêguman metirsiyeke mezin, ne biçûk heye,  ji ber li vir mar û dûbişk pir in. Berî 2 rojan min marek kuşt, hatibû ber derî, kurê min hat û dilerizî û got bavo, temaşe bike, marek li derve heye. Kurik tirsiya. Ez derketim û min kuşt, û her du rojan em dûbişkekî dikujin."

Tevî ku ev malbat amade ye li nav van kavilan û li jêr van metirsiyan bimîne, lê niha daxwaz li wan tê kirin ku ji nav kavilên perestgehê derkevin.

Selah Ebû Ebdo, Sereokê Komîteya Xwecihî radigihîne, “Belê bi saya Xwedê çareserî hene, niha kamp tên dirustkirin, li navçeyên derdora navçeya me. Em hêvî dikin ku rêxistin û serpereştyarên kampan wan veguhêzin wan kampan.”

Ev cihê ku li ser lîsteya UNESCO wekî beşek ji kultûra mirovî hatiye tomarkirin, li şûna ku ew were parastin, niha hejmarek koçber û derbiderên Sûrî di nav kavilên xwe de diparêze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst