Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li ser binpêkariyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li hemberî şervan û dîlan sûcên giran tên kirin.
Asayîşê diyar kir ku şervan jin li van her du taxan di parastina rûmeta mirovahiyê û li hemberî polîtîkayên çewisandinê de roleke pêşeng lîstiye.
“Bêrêzî li hemberî termê şervaneke jin”
Asayîşê di daxuyaniyê de bal kişand ser vîdeoyeke ku li ser medyaya civakî belav bûye û tê de tê dîtin ku termê şervaneke jin ji avahiyekê tê avêtin.
Asayîşê ev kiryar şermezar kir û got:
"Em wê sûcê ku wijdanê mirovahiyê hejandiye bi tundî şermezar dikin.
Komên hikûmeta Şamê termê hevala me ya qehreman piştî ku canê xwe ji dest daye ji avahiyeke bilind avêtiye.
Ev binpêkirineke eşkere ya nirxên exlaqî û peymanên navneteweyî ye ku rûmeta mirov diparêzin."
Asayîşê diyar kir ku ev kiryar bi armanca "şikandina îradeya civakê û belavkirina tirsê" têne kirin û nabe bi ti hincetan werin parastin.
Rewşa girtiyan
Asayîşê her wiha li ser rewşa girtiyên di destê hikûmeta Şamê û komên wê de fikarên xwe anîn zimên û daxuyand:
"Agahî û şahidiyên li ser miamaleya li hemberî girtiyan cihê nîgeraniyê ne. Girtî bi şêwazên nemirovî rastî miameleya xerab û heqaretan tên ku ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
Divê lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe dest pê bike û berpirsyar werin cezakirin."
2 endamên Asayîşê şehîd ketin
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de du endamên Asayîşe şehîd ketine.
Asayîşê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û daxuyand ku ev sûc nabe sedema lawazkirina îradeya jinan, berevajî vê yekê dê daxwaza wan a ji bo azadî û edaletê xurttir bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse