Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer dê sibe ji bo hevdîtinên fermî biçe Rûsyayê.
Li gorî agahiyên ku ajansa fermî ya Tirkiyeyê AAyê ji çavkaniyên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê wergirtiye, Şer dê sibe (15ê Çiriya Pêşîn) ji bo pêkanîna hejmarek hevdîtinên fermî Rûsyayê ziyaret bike.
Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak 9ê Îlonê ji bo hevdîtinên fermî çûbû Sûriyeyê.
Aleksandr Novak di hevdîtinên xwe de bi rayedarên Sûriyeyê re mijarên wekî hevkariya di warê enerjî û alîkariyên mirovî gotûbêj kiribûn.
Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed jî piştî ku desthilata wî rûxiya çûbû Rûsyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse