Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Mecdelê yê çoltera Siwêdayê ya Sûriyeyê komên çekdar ên nêzîkî Hikûmeta Sûriyeyê êrişî Hêzên Parastina Niştimanî yên Siwêdayê kir û 2 kesên sivîl birîndar bûn.
Komên Durziyan ên bi navê Hêzên Parastina Niştimanî jî dibêjin ku wan bersiva êrişan daye.
Ajansa SANAyê ya hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku komên “bêdîsîplîn” ên ser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve bi çekên giran, hawan û dronan hewl daye bikevin bajarokê Mecdelê yê çoltera Siwêdayê.
Medyaya nêzîkî Hêzên Parastina Niştimanî ve jî ragihand ku ji ber hewlên komên çekdar ên hikûmeta veguhêz ên ji bo ketina herêmê, li eniya Mecdelê şer û pevçûnên dijwar rû dane û wan ji bo xurtkirina xalên xwe yên parastinê daxwaza alîkariyê kiriye.
Di şer û pevçûnan de dron û çekên giran hatine bikaranîn.
Her wiha hêzên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê li ser rêya Siwêda-Taîlê ji xalên xwe yên li Til Hedîdê yên li rojavayê Siwêdayê, dever bi çekên giran topbaran kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse