Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack êrişa ku roja şemiyê li Tedmûrê li dijî hêzên Amerîka û Sûriyeyê pêk hat bi tundî şermezar kir.
Di êrişê de du leşker û wergêrekî Amerîkî hatin kuştin.
Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack êrişê wekî "kemîneke terorîstî ya tirsonek" a DAIŞê bi nav dike.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), êriş ji aliyê çekdarekî DAIŞê ve hatiye kirin ku pişt re hatiye kuştin.
Di êrişê de ji bilî kuştiyan, 3 leşkerên din ên Amerîkî û 2 leşkerên Sûriyeyê birîndar bûn.
Tom Barrack li ser tora civakî ya Xê ragihand:
"Îro ew kemîna terorîstî ya tirsonek a li ser xebatkarên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ku bû sedema mirina du leşkerên wêrek ên Amerîkî û wergêrekî dilsoz ê sivîl, bibîrxistineke zelal û hêrsok e ku teror hîn jî wekî gefeke hovane û berdewam maye."
Barrack tekezî li pêbendbûna Washingtonê ya bi hîştina hejmareke sînordar a hêzên xwe yên li Sûriyeyê kir.
Barrack da zanîn ku ev kar bi hevahengiya "hevparên xwecihî" di bin serkirdayetiya Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de tê kirin.
Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê yê Amerîkayê Tom Barrack anî ziman:
"Em pêşwaziyê li pêbendbûna bihêz a Serok Ehmed Şer dikin ku hevparê vîna me ya pola ye ji bo dîtin, şopandin û lêpirsîna bi encamderên vê êrişê re.
Em dê bi hev re terorê li Sûriyeyê tune bikin."
Bûyer li nêzîkî bajarê dîrokî yê Tedmûrê bû ku di lîsteya şûnwarên cîhanî yên UNESCOyê de ye.
Trump daxuyanî da
Serokê Amerîkayê Donald Trump soza "tolhildaneke gelekî tund" da.
Trump êriş wekî "êrişeke DAIŞê ya li herêmeke gelekî metirsîdar" bi nav kir ku hîn bi temamî ne di bin kontrola Şamê de ye.
Her wiha amaje bi "hêrsa" Şer a li hemberî bûyerê kir.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba ragihand:
"Me ji 10ê vê mehê ve dizanibû ku ev endamê ku Amerîkî kuştine, hilgirê bîra tundrewiyê ye.
Niyeta me hebû ku em sibe rêkarên pêwîst li hemberî wî bigirin lê îro şemiyê ku betlane bû, êriş kir."
Ev cara yekem e, ji dema ku beriya salekê Beşar Esed ji desthilatê hat dûrxistin ve leşkerên Amerîkî li Sûriyeyê tên kuştin.
Meha borî, piştî serdana dîrokî ya Serokkomarê Sûriyeyê ya Koşka Spî, Sûriye bi fermî bû endama Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, hîn jî nêzîkî 5-7 hezar çekdarên DAIŞê di şaneyên xwe yên razayî de li Îraq û Sûriyeyê hene.
Barrackê ku hevpeymanekî nêzîk ê Trump e, di asayîkirina pêwendiyên Amerîka û Sûriyeyê de xwedî roleke sereke ye.
Berpirsekî Pentagonê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re gotibû, êriş li cihekî bûye ku li derveyî kontrola hêzên Sûriyeyê ye.
Çavkaniyeke din a artêşa Amerîkayê ji Sûriyeyê ji Rûdawê re ragihand, ew wergêrê Amerîkî yê ku hatiye kuştin, Xiristiyanekî bi eslê xwe xelkê Herêma Kurdistanê ye.
Li gorî Pentagonê, di dema civîna serkirdeyên leşkerî yên Amerîka û Sûriyeyê de li cihekî nêzîkî Tedmûrê li naverasta çolê li sînorê parêzgeha Humsê "çekdarekî DAIŞê" êrişî wan kiriye.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ragihandibû ku êrişkar bi destê hêzên Sûriyeyê hatiye kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse