Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Siwêdayê yê dikeve başûrê Sûriyeyê, piştî pevçûnên ku sê rojan berdewam kir, agirbest hat ragihandin.
Hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê piştî pevçûnên ku sê rojên didomin, ketin nav bajêrê Siwêdayê.
Li gorî SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê ku nûçeya xwe spart Daîreya Medya û Ragihandinê ya Wezareta Parastinê, "Yekîneyên artêşê ketin bajarê Siwêdayê."
Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Merhef Ebû Qesra li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li gorî peymana ku di navbera rîspî û pêşengên bajêr de hat çêkirin, biryara îlankirina agirbestê hat dayîn.
Ebû Qesra wiha got, "Ji hemû yekîneyên me yên leşkerî yên bajêr re telîmata sepandina agirbestê hat dayîn.
Lê belê eger komên çekdar ên dereqanûnî êriş bikin, tenê bersiva wan dê were dayîn."
Şer û pevçûnên li Siwêdayê
Piştî xortekî Durzî ji aliyê eşirên Ereban ve hat revandin bûyerên revandina tolhildanê veguherîn şer û pevçûnên çekdarî.
Hat ragihandin ku di pevçûnên 3 rojan de hejmara kesên ku mirine 100 derbas kiriye û di nava kuştiyan de sivîl, jin, zarok û leşkerên ser bi hikûmetê ve hene.
Çavkaniyekî ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji medyaya Sûriyeyê re ragihandibû ku wan hêzên leşkerî sewqî Siwêdayê kirine lê komên Durziyan êrişî hêzên artêşê kiriye, 18 leşker kuştine û 9 leşker jî dîl girtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse