Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku ji platformeke ku tevdigere du mûşekên avêtine taxa Mezeyê ya Şama paytext û di encamê de 2 sivîl birîndar bûne.
Doh li taxa Mezeyê ya li başûrrojavayê Şamê, li nêzîkî Mizgefta El Rehmanê li pey hev dengê teqînan hatibû bihîstin.
Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê ragihandibû ku herêm bi 3 mûşekan hatiye armanckirin û mûşekek li avahiyeke 3 qatî ketiye.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê diyar kir ku êriş bi mûşekên Katyuşayê hatiye kirin.
Wezaretê da zanîn ku êriş ji bejahiya bajêr, ji kamyoneke ku di nava liv û tevgerê de bûye hatiye kirin û mûşek li cihên niştecihbûnê ketine.
Di bûyerê de herî kêm 2 sivîl birîndar bûne û li herêmê zerera madî çêbûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku alavên yekem ên avêtina mûşekan ên ku di êrişê de hatine bikaranîn, hatine dîtin.
Wezaretê tekez kir ku êriş ne li dijî baregeh û tesîsên leşkerî bûye.
Hat ragihandin, lêpirsîna ku bi hevahengiya Wezareta Karên Navxwe yê Sûriyeyê tê meşandin berdewam e û ji bo destnîşankirina rêya mûşekan û cihê avêtinê delîl tên komkirin.
Birêvebiriya Rewşên Awarte ya Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê jî ragihand ku di teqînê de jinek birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.
Taxa Mezeyê ya Şamê mazûvaniya gelek baregehên leşkerî yên girîng dike ku di nav wan de Baregeha Asmanî ya Leşkerî ya Mezeyê jî heye.
Herêm ji sala 2023yan ve gelek caran ji aliyê Îsraîlê ve bi êrişên asmanî hatibû armanckirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse