Peymana agirbestê ya li Siwêdayê: Şêx Hîkmet Hecerî red kir

16-07-2025
Nîşan Siwêda Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan bangî şervanên xwe kir ku heta rizgarkirina tevahiya axa bajarê Siwêdayê şerê li dijî komên çekdar bidomînin.

Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan derbarê rewşa li Siwêdayê daxuyaniyek belav kir û red kir ku bi hikûmeta Şamê re li hev kiribin.

Li parêzgeha Siwêdayê ya pevçûnên dijwar rû didin, di navbera aliyan de agirbest hat ragihandin.

Lê belê, Serokê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî ragihandina her cure peymanekê ya bi rêveberiya Şamê re red kir.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên li Siwêdayê hatine wergirtin, li Siwêdayê ku agirbest lê hatiye ragihandin û çek bêdeng bûne dê li gorî peymanê hemû çalakiyên leşkerî bên rawestandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, aliyan li ser wê yekê li hev kirine ku hêzên Durzî yên li navenda bajarê Siwêdayê dê girêdayî Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bibin û saziyên giştî ji aliyê rêveberiya Şamê ve bên wergirtin.

Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê jî li ser zimanê çavkaniyeke ji Wezareta Karên Navxwe, ev peyman piştrast kir.

Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan got, "Bi van çeteyên çekdar ên ku bi derewan navê hikûmetê li xwe dikin re ti peyman, muzakere û destûrdan nîne.

Em tekez dikin ku divê parastina rewa û şer bidomin heta ku tevahiya axa parêzgeha me ji van çeteyan were rizgarkirin.

Em ji raya giştî ya navxweyî û navneteweyî re tekez dikin ku ti peyman, dan û standin bi van komên çekdar ên ku bi derewan navê hikûmetê li xwe dikin re nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst