Li Siwêdayê şer: Artêş û Durzî bi hev ketin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Siwêda Şer Durzî Çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarê rojavayê bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên xwecihî de şer derket û çend kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li eniya Til Hedîdê ya rojavayê parêzgeha Siwêdayê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û çekdarên xwecihî de şer û pevçûn derketin.

Hat ragihandin ku di encama şer de ji her du aliyan birîndar hene.

"Çekdarên Durzî baregeh topbaran kirin"

Çavkaniyên nêzîkî hikûmetê ragihandin ku çekdarên xwecihî yên Durziyan bi hawanan baregehên artêşa Sûriyeyê topbaran kirine.

Heta niha derbarê zererên pevçûnan ti agahiyên fermî nehatine belavkirin.

Divê were gotin ku hêzên hikûmetê zêdetirî 30 gundên Siwêdayê kontrol dikin û dem bi dem pevçûn li herêmê diqewimin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst