Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew dê nehêlin hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê derbasî başûrê Şamê bibin.
Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku agirbesta li Sûriyeyê "bi rêya hêzê pêk hatiye."
Netanyahu, di peyameke vîdeoyî de ku li ser hesabê xwe yê Xê belav kir, diyar kir ku wan derbarê Sûriyeyê de du polîtîkayên wekî xeta sor destnîşan kirine û got, "Yek, em dê nehêlin hêzên leşkerî dakevin başûrê Şamê û ya din jî em dê nehêlin zirar bigihîje Durziyên li Çiyayê Durziyan.
Durzî birayên birayên me ne.”
Serokwezîrê Îsraîlê soz da ku başûrê Sûriyeyê bêçek bihêle û parastina Durziyan bike.
Netanyahu amaje bi êrişên hewayî yên tund ên çend rojên dawî yên li Şamê û bajarê Siwêdayê kir û nîşan da ku Îsraîl dê êrişên xwe bidomîne.
Serokwezîrê Îsraîlê li ser agirbesta di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û komên Durzî de jî got, "Ev agirbest bi bikaranîna hêzê pêk hat. Ne bi daxwazê, ne bi lavakirinê bi hêzê."
Pevçûnên li Siwêdayê û êrişên Îsraîlê
13ê Tîrmehê li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê di navbera eşîrên Ereb ên Bedewî û komên çekdar ên Durzî de pevçûnên biçûk dest pê kirin.
Piştî ku artêşa Sûriyeyê mudaxele kir, di êrişên komên Durzî de bi dehan leşker hatin kuştin.
Piştî ku pevçûn mezin bûn, roja çarşemê serkirdeyên Durziyan û berpirsên Hikûmeta Sûriyeyê bi navbeynkariya Amerîka, Tirkiye û welatên endamên Komkara Erebî gihiştin agirbestê lê agirbest di demeke kurt de têk çû û artêşa Îsraîlê dest bi êrişên hewayî kir.
Hêzên asmanî yên Îsraîlê, 16ê Tîrmehê, avahiya Serokkomariya Sûriyeyê, Sererkanî û Wezareta Parastinê ya li Şamê bombebaran kirin.
Roja pêncşemê, piştî çend rojan ji pevçûnan, hêzên Sûriyeyê ji parêzgeha Siwêdayê vekişiyan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer diyar kir ku wan ewlehiya parêzgehê radestî hêzên herêmî yên Durziyan kiriye.
Li gorî ku Serokê Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ji Rûdawê re ragihand, di pevçûn û êrişên asmanî yên Îsraîlê de herî kêm 516 kes hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse