Li Helebê dengê teqînan hat bihîstin

17-09-2025
Ji hinek cihên Helebê d3uxan bilind dibe / Wêne: Ji ber dîmenan
Ji hinek cihên Helebê d3uxan bilind dibe / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Heleb Sûriye Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serê vê sibehê li gelek deverên bajarê Helebê yê Sûriyeyê dengê teqînên bihêz hat bihîstin.

Li gorî îdiayan, depoyeke cebilxaneyê ya li Taxa Şehyanê hatiye armanckirin.

Heta niha derbarê teqînê ji aliyê Şamê ve ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn û çav li Îsraîlê ne ku li herêmê gelek caran baregehên leşkerî dike armanc.

Di vîdeo û wêneyên ku li ser hesabên medyaya civakî hatine belavkirin de xuya dike ku ji herêma ku teqîn lê çêbûye dûxan bilind dibe.

Lê heta niha ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve jî ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst