Li taxên Kurdan ên Helebê dîsa şer dest pê kir

Duh li 10:33
RÛDAW
Nîşan Heleb Taxên Kurdan Şer Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) û artêşa Sûriyeyê de derketin û nexweşxaneyek ji kar ket.

Îro sibehê careke din êrişên li taxên Kurdan ên Helebê dest pê kir.

Hevserokê Encumena Giştî ya Taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê Nûrî Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku ji şeva borî ve şer li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê ranewestiyaye û îro berê sibehê dîsa bi dijwarî dest pê kiriye.

Nexweşxane ji kar ket

Bijîşkekî jî ji herêmê yê bi navê Ebdulqadir Hesko ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber êrişên dijwar Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyeyê zerer dîtiye û ji kar ketiye.

Artêşa Sûriyeyê ji doh ve asta êrişên xwe yên li ser taxên di bin kontrola Asayîşa Rêveberiya Xweser de dijwartir kiriye.

Li gorî daxuyaniya Asayîşa wan taxan, ji Çiriya Pêşîn a 2025an ve ew dever ji aliyê komên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve rastî êrişan tên.

Di êrişa dawî ya ku doh hat kirin de, 4 kesan canê xwe ji dest da û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Berpirsa Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê Axîn Nûcanê ragihand, ev 6 meh in ew hêz dixwazin wan bikişînin nav şer, rojane binpêkirinan dikin û hincetekê dibînin da ku şerê wan bikin û bi çekên xwe teqe li hêzên navxwe dikin.

"4 caran bi dronin êrişî me kirin"

Berpirsa Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê dibêje:

"Komên çekdar di nava 24 saetan de 4 caran bi dronên xwekuj (bombekirî) êrişî me kir."

Axîn Nûcanê her wiha diyar kir, "Şer beriya nîvroya doh dest pê kir, wan bi dronan êrişî hêzên me kir û du hevalên me şehîd bûn, me jî êrişî du baregehên wan kir.

Paşê şer belav bû, wan bêyî ku ferqê bixin navbera sivîl û leşkeran taxên Kurdan ên Helebê topbaran kirin."

Axîn Nûcan amaje bi wê yekê jî kir, "Piştî ku hêzên ser bi hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî kor xelkê sivîl û hêzên me bombebaran kirin, me ferman da hêzên xwe ku bi tundî bersivê bidin wan."

"Sivîl û asayîş bêyî cudahî hatin armancgirtin"

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê ragihand, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rastî topbarana dijwar a komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê hatine.

Hat diyarkirin ku êriş bi çekên giran û balafirên bêmirov (dron) hatine kirin û bêyî cudahî sivîl û endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn hatine hedefgirtin.

Li gorî daxuyaniyê, di encama vê topbaranê de hejmarek welatiyên sivîl û endamên asayîşê birîndar bûne ku piraniya birîndaran li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê ne.

Ji ber dijwariya topbaranê, "Heta niha gelek birîndar hene ku tîm negihiştine wan."

Navên birîndarên Hêzên Ewlehiya Hundirîn:

Hesen Xalid Ehmed

Hemûde Mihemed Bekir

Sebrî Mihemed Ebdulqadir (Canê xwe ji dest da)

Silêman Eze Kloşo

Ebdulrehman Zekerya Xelîl

Hemze Mistefa Silêman

Hisên Mihemed Onaş

Navên birîndarên sivîl:

Nûrî Cemal Hisên

Dilbirîn Hemdûş

Cîhad Selah Nasir

Basil Şerîf Elî

Mihemed Zekerya Merdelî

Orhan Simo

Amarên qurbaniyên taxên Kurdan ên Helebê bi giştî:

4 kesan canê xwe ji dest daye (2 jin, 1 mêr, 1 zarok)

38 kes birîndar bûne (29 mêr, 3 jin, 6 zarok)

SANA: HSD me topbaran dike

Îro berê sibehê, Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) di daxuyaniyekê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî rêxistin bi nav kir û got, "Rêxistina HSDyê bi guleyên hawanê taxa Siryan dike armanc."

Her wiha hat destnîşankirin, "Hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li çeperên Kastîlo û Şîhanê rûbirûyî wan bûne."

Rêveberê Tenduristiya Helebê Mihemed Wecîh Cume, HSDyê tohmetbar dike û dibêje, "Bi mixabîniyeke mezin, xelkê sivîl li bajarê Helebê ji aliyê HSDyê ve tê topbarankirin."

Cume got: "Sê birîndar anîn cem me; yê yekem dema digihandin nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû. Yê duyem tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin ji ber ku birîna wî gelekî giran bû. Yê sêyem jî zarokekî 4 salî ye, gule an perçeyê teqemeniyê rasterast li çavê wî ketiye."

Kîjan kom taxên Kurdan bombebaran dikin?

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihand, "Vê gavê, çekdarên kirêgirtî yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê (Hemzat, Emşat, Siltan Mûrad û Nûredîn Zengî) ku rasterast piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigirin, taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeydê yên Helebê bi hawan û topan bombebaran dikin."

Li gorî daxuyaniyê, ev tax ji doh sêşemê ve rastî van bombebaranan tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst