Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî ji bo lobiya rakirina daîmî ya dorpêçên Amerîkayê diçe Washingtonê.
Dan û standinên ji bo peymaneke nû ya ewlehiyê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de jî dê di rojevê de bin.
Li gorî nûçeya malpera Amerîkî Axios, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî piştî rûxîna desthilata Beşar Esed cara ewil e diçe Amerîkayê.
Tê payîn ku Şeybanî îro li Washingtonê li Kongresa Amerîkayê bi hin senatoran re bicive.
Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de, Şeybanî dê ji bo rakirina daîmî ya dorpeçên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê lobiyê bike.
Di serdana Şeybanî de dan û standinên ku ji bo peymaneke nû ya ewlehiyê di navbera Sûriye û Îsraîlê de tên kirin jî dê di rojevê de bin.
Di nûçeyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dorpeçên li Sûriyeyê bi awayekî demkî rakirine lê ji bo rakirina daîmî pêwîstî bi pesendkirina Kongreyê heye.
Graham hevdîtin piştrast kir
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ji Axiosê re piştrast kir ku ew dê îro li Kongreyê bi komek senatoran re bi Şeybanî re bicivin.
Graham diyar kir ku ji bo piştgirîdayîna rakirina daîmî ya dorpêçan, ew dixwaze ku birêvebiriya Sûriyeyê bi fermî tevlî Koalîsyona li Dijî DAIŞê bibe û di mijara peymaneke nû ya ewlehiyê ya di navbera Îsraîl û Şamê de pêşketin çêbin.
Şeybanî dê bi Rubio re bicive
Hat ragihandin ku tê payîn Şeybanî di çarçoveya serdana xwe ya Washingtonê de sibe bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re bicive.
Di nûçeyê de herwiha hûrgiliyên hevdîtina ku doh li Londona paytexta Brîtanyayê ji bo peymaneke nû ya ewlehiyê di navbera Sûriye û Îsraîlê de hatibû kirin jî cih girt.
Şeybanî di hevdîtina li Londonê de bi Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer re civiya.
Hat gotin ku Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet Karûbarên Sûriyeyê yê Amerîkayê Tom Barrack jî beşdarî hevdîtinê bûye ku navbeynkariya her du welatan dike.
Hat destnîşankirin ku di hevdîtina ku nêzîkî 5 saetan ajot de, derbarê peymaneke nû ya ewlehiyê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de pêşketin çêbûye.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer doh di daxuyaniyekê de ji hinek rojnamegeran re gotibû ku dan û standinên ji bo peymaneke nû ya ewlehiyê bi Îsraîlê re dibe ku di rojên pêş de bi encam bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse