Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya

19-08-2025
RÛDAW
Nîşan Kongreya Amerîkayê Sûriye Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê pêşwazî li şandeyeke ji endamên Kongresa Amerîkayê kir.

Li gorî Ajansa fermî ya SANAyê, Şer pêşwazî li şandeyeke ji senator û endamên Civata Nûneran a Amerîkayê kiriye.

Di civînê de Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî û Wezîrê Karên Navxwe Enes Xetab jî amade bûne.

Ev cara sêyem e ku di nava vê mehê de şandeyên Amerîkayî serdana Şamê dikin.

Amerîkayê 5ê vê mehê ragihandibû ku şandeyek ji bo jinûveavakirina hebûna dîplomatîk a daîmî ya li Sûriyeyê serdana paytextê kiriye.

Her wiha di 11ê Tebaxê de endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hamadeh li Şamê bi Şer û Şeybanî re hevdîtin kiribû.

Di serdana Hamadeh de, li ser gelek mijarên bi armanca bipêşxistina aştî û ewlehiyê li seranserê Sûriyeyê gotûbêj hatibûn kirin û bi taybetî tekezî li ser parastina mafên pêkhateyên ên wekî Xiristiyan, Durzî, Kurd û Elewiyan hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst