Washington (Rûdaw) - Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer, roja duşemê dê Amerîkayê ziyaret bike mafên Kurdan û parastina berjewendiyên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn dê mijarên sereke yên li ser maseyê bin.
Ehmed Şer dê li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.
Ev serdan li Washingtonê gengeşeyeke mezin çêdike. Sedema vê gengeşeyê ew e ku ji sala 1946an ve ti serokê Sûriyeyê serdana Koşka Spî nekiriye.
Li aliyê din, Amerîkayê berî ziyaretê Ehmed Şer ji lîsteya terorê derxist.
Hinek lêkoler dibêjin ku lobiya Tirkiye û Erebistana Siûdî rê li ber vê serdanê vekiriye.
Li aliyê din, Amerîka jî xwedî berjewendiyên xwe yên stratejîk e. Washington dixwaze Sûriyeyeke aram û dûrî bandora Îran û Rûsyayê bibîne.
Hikûmeta demkî ya bi serokatiya Ehmed Şer, ji bo Washingtonê niha wekî bijardeya herî baş xuya dike.
Ji ber vê yekê, Amerîka dixwaze derfetekê bide vê hikûmetê da ku xwe îspat bike.
Profesorê Zanîngeha Amerîkî ya Washingtonê Gregory Aftandilian li ser ziyareta Ehmed Şer got:
"Serok Trump, li Riyadê li ser daxwaza Şahê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman, bi Şer re civiya.
Bi baweriya min, Trump xwestiye qenciyekê bi Mihemed bin Selman bike.
Ya duyem, pirsgirêka yekparçeyiya Sûriyeyê di dilê Rojhilata Navîn de hebû.
Ango, eger Sûriye di bin serokatiyeke bihêz de aram bibe, ev yek wisa xuya dike ku li gorî berjewendiyên Amerîkayê ye.
Li Riyadê, Trump got ku ew dê cezayan jî rake. Piraniya wan cezayan rakiriye lê divê Kongre cezayên din jî rake.
Ji aliyê din ve bi taybetî jî di Kongreyê de, derbarê dan û standina bi pêkhateyan li Sûriyeyê hin dilgiranî hene."
Dilgiraniyên Kongreyê: Mafên Kurdan û pêkhateyan
Li Kongreya Amerîkayê, gelek endam ji hikûmeta nû ya Şamê bi fikar in. Dilgiraniya wan a sereke li ser parastina mafên kêmîneyan e, bi taybetî jî Kurd, Durzî û Xiristiyan.
Ji ber vê yekê, endamên Kongreyê teqez dikin ku rakirina cezayan divê bi mercên tund ve girêdayî be û nabe ku baweriyeke tam bi wê hikûmetê bê kirin.
“Pêwîst e mafên hemû kesî parastî bin”
Endamê Encemena Pîran a Amerîkayê Senator Richard Blumenthal vê xalê bi zelalî tîne zimên:
"Eger cezayên li ser Sûriyeyê bên rakirin, divê mercên tund hebin. Pêwîst e mafên kesan û azadiya Sûriyeyê parastî bin.
Her wiha divê Sûriye hem li gel cîranên xwe yên Ereb û hem jî li gel Îsraîlê pabendî rêya aştiyê ya li Rojhilata Navîn be."
Dema jê hat pirsîn ka mebesta wî ji "mafên kesan" kêmîne ne, Senator Blumenthal got: "Mebesta min ji mafê parastina kesan û azadiyê pêkhateyan e."
Serokê Sûriyeyê bi vê serdanê dixwaze niyetpakiya xwe nîşan bide. Ew dixwaze tevlî hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibe.
Her wiha, deriyê wî ji bo rêkeftina bi Îsraîlê re vekirî ye.
Li hemberî van gavan, Ehmed Şer dixwaze bi rakirina cezayan hem piştgiriya siyasî û hem jî ya aborî ji Washingtonê wergire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse