Endamên Kongreya Amerîkayê: Divê Şam mafên Kurdan biparêze

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kongreya Amerîkayê Rojavayê Kurdistanê Ehmed Şer Sûriye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 3 endamên diyar ên Kongreya Amerîkayê (Tony Gonzales, Andy Harris û Anna Paulina Luna) diyar kir ku divê mafên Kurdan li Sûriyeyê bên parastin.

Endamên Kongreya Amerîkayê derbarê êrişên artêşa Sûriyeyeyê yên li ser Kurdan û çarenivîsa kêmneteweyan a di bin siya hikûmeta nû ya Şamê de, teqezî li ser pêwîstiya parastina Kurd û kêmneteweyan kir.

Van her sê endamên Kongreya Amerîkayê ji Nûnerê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde axivîn.

Tony Gonzales: Li Kurdistanê cihê terorê nîne

Endamê Kongreya Amerîkayê Tony Gonzales derbarê êrişên Şamê yên li ser wan hêzên Kurdî yên ku Amerîka piştgiriya wan dike got; herêm tije astengî ye lê "çiqas zû aştî pêk were çêtir e."

Gonzales teqez kir ku divê her kes di hilbijartina hikûmeta daxwazkirî ya xwe de azad be.

Gonzales derbarê berdewamiya piştgiriya ji bo Kurdan de got,"Li ti cihê cîhanê cihê terorê nîne, li Kurdistanê jî nîne."

Andy Harris: Divê Şam îspat bike ku kêmneteweyan diparêze

Endamekî din ê Kongreyê Andy Harris jî amaje pê kir ku pêwîst e derfet were dayîn ku hikûmeta nû ya Sûriyeyeyê karê xwe îspat bike.

Harris di berdewamiyê jî de got,"Divê derfet bidin hikûmeta nû da ku îspat bike ku baweriya wê bi parastina kêmneteweyan heye; çi Kurd bin çi kêmneteweyên dînî bin, divê wan biparêze."

Harris hişyarî jî da ku eger Şam kêmneteweyan neparêze, divê Washington ducare li ser şêwazê miamaleya li gel hikûmeta Ehmed Şer bifikire.

Anna Paulina Luna: Em piştgiriya hevalbendên xwe yên Kurd dikin

Li aliyê din, Endama Kongreyê Anna Paulina Lunayê jî ragihand ku ew piştgiriya hevalbendên xwe yên Kurd dikin û dixwazin werin naskirin.

Lunayê amaje bi wê yekê kir ku armanca sereke ya Amerîkayê niha çespandina aramiyê ye lê wekî ku wê got: "Em dixwazin piştrast bin ku hevalên me yên Kurd û Durzî jî parastî ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst