Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Metuneyê yê li bakurê parêzgeha Siwêdayê yê Sûriyeyê, bi hevahengiya Heyva Sor a Sûriyeyê, di navbera komên çekdar ên Durziyan û eşîrên Ereb de pevguhertina dîlan pêk hat.
Di pevguhertina de kesên Durzî û endamên eşîrên Ereb ên ku di pevçûnên meha tîrmehê de hatibûn girtin, hatin berdan.
Ev pevguhertin bi hevahengiya Heyva Sor a Sûriyeyê û birêvebiriya Şamê pêk hat.
Di encamê de 34 kes ji eşîran hatin berdan û di heman demê de aliyê din jî du kesên Durzî berdan.
Li Siwêdayê çi qewimîbû?
Li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê, 13ê tîrmehê di navbera eşîrên Ereb ên Bedewî û komên çekdar ên Durziyan de pevçûnan dest pê kiribûn.
Piştre di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê yên ku sewqî herêmê hatibûn kirin û komên Durziyan de şer derket û bi dehan leşker hatin kuştin.
Piştî ku şer mezin bû, di navbera aliyan de agirbest hatibû ragihandin.
Lê agirbest di demeke kurt de têk çû û artêşa Îsraîlê êrişî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê kir.
Hêzên Hewayî yên Îsraîlê 16ê Tîrmehê êrişî avahiya Serokkomariya Sûriyeyê, Sererkaniya Giştî û Wezareta Parastinê kiribû.
Heman rojê li Siwêdayê di navbera hikûmetê û komên herêmî de agirbest ji nû ve hatibû pêkanîn lê balafirên şer ên Îsraîlê êrişî Şam û Derayê kiribûn.
Nexşerêya hevpar
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen es Sefedî û Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrackd 16ê Îlonê li Qesra Tişrînê ya li Şamê hatibûn cem hev û hatibû ragihandin ku wan ji bo bûyerên li Siwêdayê li ser nexşerêyeke hevpar li hev kiriye.
Di nexşerêyê de hatibû diyarkirin ku dê kesên ku zerer dane sivîlan û mal û milkên wan, bi hevahengiyeke tam bi sîstema navneteweyî re bên lêpirsînkirin û hesab ji wan bê pirsîn, alîkariyên mirovî û tenduristiyê dê bênavber bigihîjin Siwêdayê.
Her wiha tezmînat dê ji bo kesên zerer dîtine bê dayîn û vegera koçberan dê bê hêsankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse