Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Dosyaya Amerîkayê yê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Quteybe Îdlibî ragihand ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê nakeve cihên niştecihbûnê yên Kurdan û armanca wan a sereke avakirina artêşeke yekgirtî ye bi rêya tevlîbûna takekesî.
Quteybe Îdlibî bû mêhvanê bultena Rûdawê ya ku Dilbixwîn Dara pêşkêş dike û li ser pêvajoya dan û standinên navbera Birêvebiriya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), planên leşkerî û statuya Kurdan daxuyaniyên girîng dan.
HSD û entegrasyon
Quteybe Îdlibî diyar kir ku di bingehê hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de yekîtiya Sûriyeyê heye.
Îdlibî destnîşan kir ku tevlîkirina HSDyê ya li nava saziyên dewletê û pêkhateya leşkerî di pêşengiyê de ye û got:
"Di xala entegrekirina HSDyê ya li nava pêkhateyên hikûmeta Sûriyeyê de nêrîneke me ya hevpar heye.
Hikûmeta Sûriyeyê êrişî herêmên Kurdan nake, tiştê ku artêşa me dike tenê ew e ku rêyên sereke û deriyên bajaran kontrol dike da ku rê li ber pevçûnên gengaz û aloziyên etnîkî bigire."
“Mafên Kurdan û Biryarnameya Jimare 13”
Quteybe Îdlibî da zanîn ku nêzîkatiya hikûmeta Sûriyeyê ya li hemberî gelê Kurd zelal e û amaje bi "Biryarnameya Jimare 13" kir ku ji aliyê Ehmed Şer ve hatiye derxistin.
Îdlibî diyar kir ku ev biryarname kok û mafên nasnameya Kurdî di nava dewleta Sûriyeyê de bi awayekî fermî pênase dike û mafên ziman û çandê yên Kurdan dê bikevin bin garantiya destûrî.
Lihevkirina bi Mezlûm Ebdî re
Rayedarê Wezareta Karên Derve piştrast kir ku di encama hevdîtinên bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re li ser agirbest û dema entegrasyonê li hev kirine û got:
"Di hevdîtinên bi Mezlûm Ebdî re, me li ser piştrastkirina agirbestê û dayîna maweyeke şêwirmendiyê ya 4 rojî li hev kir.
Di vê maweyê de hûrgiliyên ka dê HSD çawa ji aliyê leşkerî ve were entegrekirin (rutbeyên leşkerî, rewşa yekîneyan û hwd.) dê zelal bibin.
Ez dikarim vê bi zelalî bibêjim, Artêşa Sûriyeyê nakeve ti cihên sivîl ên ku Kurd lê zêde ne, bi taybetî bajarên wekî Kobaniyê."
“Tevlîbûna takekesî yekîtiyê pêk tîne”
Îdlibî bi bîr anî ku HSDyê pêşniyara berê ya "tevlîbûna wekî blok" anku bi şêweyê 3 tûmen û 2 lîwayan red kiriye û got ku pêvajoya nû dê li ser "tevlîbûna takekesî" were avakirin.
Îdlibî got, "Tevlîbûna şervanan a artêşê ya bi awayekî takekesî, dê yekbûna di nava saziya leşkerî de xurt bike û hiqûqa hevaltiya çekan qayîm bike.
Ev rewş dê bêyî cudahiya di navbera Ereb, Kurd û hemû komên din ên dînî/etnîkî de yekbûneke rastîn ava bike."
Xizmetguzarî û ewlehiya sînor
Îdlibî ragihand ku xebatên ji bo dabînkirina xizmetguzariyên wekî av û elektrîkê yên ku li Kobanî û derdora wê ji ber pevçûnan qut bûbûn dest pê kirine û li bakurê Reqa û Helebê ku artêşa Sûriyeyê ketiye wir xizmetguzarî hatine sererastkirin.
Her wiha lê zêde kir ku wezaretên Parastin û Navxwe rê ewle kirine û azadiya tevgerê ya sivîlên ku dixwazin ji herêmê derkevin tê parastin.
Girtiyên DAIŞê û Kampa Holê
Quteybe Îdlibî idia kir ku HSD hewl dide girtiyên DAIŞê wekî "amûreke zextê bi kar bîne" û got ku ev yek hem ji bo Sûriyeyê hem jî ji bo welatên cîran rîska ewlehiyê çêdike.
Îdlibî wiha domand, "Zêdetirî 80 girtiyên DAIŞê yên ku hêzên Kurd dema ji herêmên Şedadê û Holê vedikişiyan serbest berdabûn, ji aliyê hêzên me yên ewlehiyê ve hatin girtin.
Têkoşîna li dijî DAIŞê erkekî niştimanî ye û birêvebiriya Şamê amade ye ku vê berpirsyariyê bigire ser xwe."
Îdlibî îdia kir ku PKK hewl didin Kurdên Sûriyeyê û cîranên wan bixin beramberî hev û got:
"Pirsgirêka me ne bi gelê Kurd re ye, bi projeyên ku ji derve tên ferzkirin re ye.
Li şûna têgeha 'Rojava' em nasnameya Sûriyeya yekgirtî diparêzin. Em bawer dikin ku civaka Kurd rê nade hewldanên PKKyê yan milîsên girêdayî wê yên ji bo xistina fitneyê di navbera wan û cîranên wan de ku bi hezaran sal in bi hev re dijîn.
Gelê Kurd parçeyekî eslî û bi rûmet ê Sûriyeyê ye."
Çîn û daxwazên navneteweyî
Îdlibî diyar kir ku hikûmeta Çînê hîn ji bo welatiyên xwe yên li kampan daxwazeke fermî nekiriye û lê zêde kir ku eger daxwazên wiha bi rêyên dîplomatîk bên, her dosyaya li kampên Hol û Rojê dê li gorî statuya hiqûqî û welatê wan yek bi yek were lêkolînkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse